Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo krîz û kaosa di nav de bi dawî bike ji nû ve berê xwe daye qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mihemed Şahîn ji ANF'ê re axivî.
Dema dawî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma we zêde bûn. Peymanên ku bi garantoriya Emerîka û Rûsya hatine kirin, têne binpêkirin. Hûn van êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne çawa dinirxînin?
Dewleta Tirk dema dawî du caran ji hewayê êriş bir ser Kobanê. Di van êrişan de du sivîl û sê şervanên QSD'ê yên ji bo dermankirinê hatin Kobanê şehîd bûn. Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev ne êrişên nû ne. Weke ku tê zanîn piştî Efrînê dema ku Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin bi garantoriya Emerîka û Rûsyayê bi dewleta Tirk re hin peyman hatin çêkirin. Li gorî van peymanan wê careke din operasyona leşkerî li xaka Sûriyeyê nekiribûya.
Dewleta Tirk îdîa dike ku QSD û Rêveberiya Xweser li ser sînorê wan metirsî ye û vê yekê ji bo êrişên xwe dike hincet. QSD û Rêveberiya Xweser ji bo van hincetên dewleta Tirk ji holê rake bi 30 kîlometreyî xwe vekişand. Her kes dibîne; ji roja destpêkê ya lihevkirinan û vir ve hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve êriş nesekinînin. Mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi taybetî van rojên dawî êriş zêde bûn. Sedema vê ew e ku dewleta Tirk di siyaseta Sûriyeyê de tengav bûye. Ya rast dewleta Tirk bi vê siyaseta xwe ya qirêj winda dike. Rejîma AKP'ê hem li hundir hem jî li derve di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Mîna berê li qada navneteweyî nikare piştgiriyê werbigire. Li Rojhilata Navîn bi tenê maye. Ji ber vê yekê jî bi zexteke nû dixwaze li qada siyasî encamê werbigire.
Êrişên dawî çima bi taybetî li ser Kobanê hatin kirin?
Kobanê li qada navneteweyî navendeke. Ji bo gelên cîhanê girîngiyeke xwe ya manewî û sembolîk heye. Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê pêk hat, projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser li Kobanê dest pê kir. Têkçûna DAÎŞ'ê li Kobanê dest pê kir. AKP bi vê baş zane. Haya xwe jê heye ku navenda serketinê jî ya windakirinê jî Kobanê ye. Lewma êrişî Kobanê dike.
Konjonktura siyasî ya heyî rê dide ku dewleta Tirk êrişeke nû bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê?
Êrişên hewayî yên li ser Kobanê asteke nû ya şerê hatiye ragihandin e. Ne ku şer dest pê nekiriye, şer dest pê kiriye. Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek tê kirin. Konjonktura siyasî niha rê nade êrişeke berfireh a dagirkeriyê, lê belê hin hêzên li Sûriyeyê lampeya kesk ji bo dewleta Tirk vêxistine. Êriş di vê çarçoveyê de niha bi vî rengî têne kirin. Bêguman ev rewş bi hêrî hin hêzên navneteweyî yên li nava Sûriyeyê tê. Ji zexta li ser Rêveberiya Xweser û QSD'ê ne tenê dewleta Tirk, hemû sûdê werdigirin. Di pêvajoya bê de dixwazin ji çareseriya li Sûriyeyê tawîzê werbigirin. Ji ber vê yekê êrişên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên.
Dewleta Tirk rêbazên şerê taybet jî bi kar tîne. Vê yekê bi rêya siyasî, leşkerî, medya û medya dîjîtal dike. Bi vî rengî dixwaze Sîstema Rêveberiya Xweser lawaz bike û îradeya gel bişikîne. Ambargoya aborî datîne ser herêma me, ava Firatê birî, êrişên sûîqestê dike. Êrişî sivîlan dike. Ji aliyekî ve bazara siyasî û dîplomatîk li ser van herêman dike, li aliyê din jî bi rêbazên şerê taybet hewl dide li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire û bi hêsanî herêmê dagir bike.