Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di dîroka 18’ê Adara 2018’an de bi êrîşeke dijwar Efrîn dagir kir û bi hezaran ji şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê û ji ber kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê di derheqî gel de pêktînin koçber bûn. Piştî wê jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de careke din êrîşî ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û careke din êşa wan nû kir ku di encamê de li Serêkaniyê bi hezaran şehîd û birîndar bibin, bi sedan zarok bê xwedî bimînin û bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bibe da ku xwe û zarokê xwe ji kuştin, talan û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêze.
Berxwedaniya şervanan li hember van êrîşên hovane hertim berdewam kir, dewleta Tirk di êrîşên xwe de ferq nedixist di navbera sivîl û hêzên leşkerî de. Lewre di encama van êrîşan de di dîroka 13’ê Cotmeha 2019’an de endama Sekreterya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û gelek sivîlên din hatin şehîd xistin.
Ji dema ku êrîşan destpêkiriye û heya bi dema ku hatiye dagirkirin ango di dîroka 17’ê Cotmeha 2019’an de dema ku bi awayeke hovane êrîşên xwe ser sivîlan de anî û ew sivîl li nexweşxaneyê hate belge kirin ku Tirkiyê di êrîşên xwe de Fosfora Spî yên di navnetewî de hatiye qedexekirin bikar aniyê di encamê wê de di wê demê de cenazeyê gelek sivîlan hate şwitandin, di 20’ê Cotemha 2019’an dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir.
Ji ber ku bi awayeke rojane tê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî her roj jin, zarok, ciwan, pîr û kalên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rastê zilmê tên, ji ber wê jî neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kampa Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê li Kantona Hesekê ava kir. Ji roja ku Serêkanî û Girê Spî dagir bûye û heya niha gel di wan her du kampan de li berxwe didin û bi hêvî ne ku vegerin cih û warê xwe.
Hevserokê Meclîsa Kampa Waşûkanî Eladîn Cemal Elî li ser destpêka avabûna kampê û rewşa gel ya di hindur kampê de axivî. Elî di destpêka axftina xwe de li ser avabûna kampê wiha got; “Sala 2019’an êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de destpê kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê di çarçoveya operasyona dagirkeriyê de 2 bajarokên sînorî, bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ku 120 kîlometreyan dûrî wê ye, dagirkirin.
Di Mijdara 2019’an de Rêvebriya Xweser a Herêma Cizîrê kampa Waşûkanî ji bo gelê Serêkaniyê yê ku ji ber dagirkeriya Dewleta Trik ji cih û warê xwe koçber bûn hat avakirin.
2309 malbat di kampê de ne ku di nav 1987 çadiran de dimînin. Kesên ku di kamapê de ne hemû koçebrên ji Serêkaniyê, Zirgan û gundawarên Til Temirê ne. Destpêkê ku ev kamp hatiye avakirin alîkariya xwe ji Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên serbixwe digirin.”
Elî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser zehmetiyên ku di aliyê tendirustî de pêre rû bi rû dimînin û diyarkir: “Tenê 2 cihên ji bo rewşên tendirustiyê hene, lê biçûkin û tenê ji bo rewşên sivik an jî weke ambûlansê nin. Gelek pêdiviyên tendirustiyê kêmin û ji bo rewşa Korona hin caran yên bi guman çêdibin. Ew jî ji ber ku heya niha tu rêxistin an jî saziyên cîhanî alîkarî nedane tenê bi rêya hişyarkirina gel û pêdiviyên ku dikarin ji wan re pêkbînin, gel xwe diparêze.
Niha em ber bi demsala zivistanê ve diçin, sibê wê baran bibare, serma û av heye, lê bi ruxmê wê jî gel li ser esasê ku mayina li vê kampê berxwedana xwe berdewam dikin.
Li ser vê bingehê bang li hemû saziyên peywendîdar û dewletên navnetewî dikin ku ji bo wan koçberan çavê xwe vekin û alîkariyê bikin, lê tişta herî bingehîn eve ku xwesteka gel pêkbînin, ew jî vegera wan ji bo bajarê Serêkaniyê ye.”
Şemse Mihemed Bekir li ser jiyana xwe ya berî dagirkeriyê ya li gundê wan axivî û got; “Em ji gundekî başûrê Xabûrê ya girêdayî Serêkaniyê derketin. Sala 2013’an de çeteyên DAÎŞ’ê, Artêşa Azad û Cebehet El Nusra hemû ketin qada me û heya sala 2015’an dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmên rizgarkirî û bi ewle çêkirin û hemû aliyên jiyanê an jî herêm ji nû ve hatin çêkirin, her tiştek tê de baş bû. Hemû pêkhateyên ku li herêmê diman bi awayekî aramî bi hev re jiyan dikir û tu cudahî di navbera kesekî de tunebû. Lê piştre bi carekê dewleta Tirk bê sedem bi hêceta parastina sînorên xwe êrîşî herêma me kir û dagir kir. Li ber çavbirçîbûna xwe dixwaze her derê dagir bike, lê divê rêxstinên cîhanî ya mafê mirovan diyar bike ku ji bo çi çavê xwe li ser vê dagirkeriyê giritine.”
Heveserka kampa Serêkaniyê Ezîze El Xenafir jî li ser rewaş kampê axivî û diyar kir: “Ev kamp ji beriya zêdetirî salekê hatiye avakirin. Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê 11807 kes têde dimînin. Ev kamp bû salek û mihek avabûye û heya niha alîkariya xwe ji Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê digire. Bi hatina demsala zivistanê re jî ji ber ku hemû di çadiran de ne û lewre têde zehmetî têne kişandin. Wate dema ku baran bibare wê av derbasî çadiran bibe. Her wiha rêyên ku di nav kampê de hene hemû axin û ji ber vê dema ku baran bibare wê hatin û çûyîna li ser wan zehmet be. Ev çadir nikare heya asta ku tê xwestin parastina şêniyan bike, ji ber ku di demsala havînê de asta germahiyê zêde ye û zivistanê jî serma zêde ye.
Her wiha di aliy tendirustiyê de tu aliyên peywendîdar heya niha alîkarî nedane me, tenê Heyva Sor a Kurdî di kampê de heye.
Gel birayara xwe daye ku wê li vir be, lê belê çavên wan wê her tim li rêya wegera bajarê xwe Serêkaniyê be.”