Li Dersimê 3 kes hatin girtin
Ji 4 kesên ku vê sibehê li Dersimê di êrîşên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.
Ji 4 kesên ku vê sibehê li Dersimê di êrîşên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.
4 kesên ku li Dersimê di encama êrîşên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, vê sibehê piştî îfadeyên li navenda polîsan sewî Dadgeha Dersimê hatin kirin.
Ridvan Gul, Aykût Aksakalli û Mûrat Karaboga, piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Nobedar bi îdîayên “Li dijî derketina polîsan”, “Zirardana malê cemaweriyê” û “Muxalefeta li dijî Qanûna bi Hejmara 2911 ya Xwepêşandan û Meşê” derbarê Gul, Aksakalli û Karaboga de biryara girtinê da.
Di êrîşên qirkirina siyasî de ku li dijî kesên ku desteserkirina qeyûman protesto dikin e, hejmara kesên girtî derket 9’an.