BI DÎMEN

Polîsên Îngiliz terorê li Kurdan dikin, Kurd li ber xwe didin

Polîsên Îngiliz di serdegirtinên li dijî saziyên Kurd û xebatkarên wan de terorê kirin. Polîsên Îngiliz bi balyozan deriyan şikandin û tundiyê kirin. Her wiha êrîşî çalakiyên protestoyî yên Kurdan kirin û gelek kes binçav kirin.

Polîsên Îngiliz saetên serê sibehê bi tîmên antî terorê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û malên welatparêzên Kurd. Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak, Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd Agît Karataş, nivîskar û helbestvan Alî Poyraz û çalakvanê Kurd Mazlum hatin binçavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Polîsên Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Londonê ve hat dayîn de hate îdiakirin ew avêtine ser sazî û kesên ku têkiliyên wan bi PKK’ê re heye.

Polîsên Îngiliz di êrîşa li dijî sazî û aktivîstên Kurd de êşkence kirin.

Polîsên ku bi şev di saet 03:00’an de avêtin ser Navenda Civaka Kurd, hemû deriyan bi balyozan şikandin, kesên li hundir avêtin erdê û tundiyê kirin.

Polîsên ku dest danîn hemû materyalên teknîkî û ragihandinê, bi hinceta ‘lêgerînê’ komeleyê serûbin kirin.

Di dema serdegirtinê de welatparêzê Kurd Tayfur Ozer di encama tundiya polîsên Îngiliz de ji hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê. Çalakvanê Navenda Civaka Kurd Hakan Nemir jî rastî tundiyê polîsan hat, ling û rûyê wî şîn bû û werimî.

Dema polîsan kesên di hundirê avahiya komeleyê de bi zorê derxistin, çalakvanê Kurd Mazlum hate binçavkirin. Polîsên ku ketin û derketina kolanê qedexe kirin, hemû kolanê dorpêç kirin û bêyî çavdêriya parêzer û hiqûqnasan dest danîn ser gelek metaryalan.

Hate hînbûn ku polîsan hem li Navenda Civaka Kurd, hem jî li malên ku avêtin ser, bi hinceta lêpirsînê 9 rojan mafê ‘dagirkirinê’ bi kar aniye.

Operasyona polîsên Îngiliz bi vê re sînordar nema. Di serdegirtina malên kesên hatin binçavkirin de tundiyê kirin. Polîsan kelemçe berovajî xistin destê çalakvanên hatin binçavkirin û zexta psîkolojîk li zarok û jinan kirin.

Polîsan tundiya psîkolojîk li zarokê 15 salî yê Alî Poyrazê binçavkirî kirin. Hevsera Poyraz, Birsen Poyraz anî ziman ku tu ferqa pêkanînên polîsên Îngiliz ji pêkanînên dewleta Tirk a faşîst nîne.

Birsen Poyraz ku ji ANF’ê re axivî wiha got: “Ev zilma li ser gelê Kurd e. Ev êşkence ye. Zextê psîkolojîk li zarokên me kirin. Dema em hemû di xew de bûn ev serdegirtin pêk hat. Ev operasyon li dijî gelê Kurd e. Ev gel ne terorîst e. Ez bang li Partiyên Karker ên desthilat dikim ku dawî li vê bêexlaqiyê bînin.”

Hate hînbûn ku di serdegirtina li ser mala Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak de jî heman tişt qewimiye û birayê wê Hayrî Bûdak birîndar bûye.

Hakan Nemir diyar kir ku polîsan deriyan şikandine û wisa ketine avahiya komeleyê û wiha got: “Bêyî ku hincetekî pêşkêş bikin êrîşî me kirin. Em di vê êrîşê de birîndar bûn. Ev êşkenceyek bû. Em û ev gel ne terorîst in.”

Welatparêzê Kurd Tayfur Ozer ê ji ber lêdanê rakirin nexweşxaneyê jî tundiya polîsan şermezar kir û got: “Ev zilm e. Em ê ji nirxên xwe tawîzê nedin. Bila ji zilma xwe şerm bikin.”

Gelê Kurd û dostên wan piştî ku serdegirtinê bihîstin, li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê kom bûn. Gel tim û tim dirûşmeya “Terorîst Polîs”, “Şerm bikin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêxistinên Elewî û şoreşger jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku Kurdan bertekek tund dan polîsan de wiha hate gotin: “Me cîhanê ji DAÎŞ’ê hov rizgar kir. Me ji bo rûmeta mirovahiyê 11 hezar şehîd dan. Hûn jî ji bo dewleta Tirk ku piştgirî dide DAÎŞ’ê, bi ser saziyên me de digirin. Hûn bêexlaq in.”

 Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Navenda Çandê ya Tohum, DAY-MER, Gik-Der û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî protestoyên li pêşiya avahiya komeleyê bûn. Di protestoyên li vir de polîsên Îngiliz bersivên tund dan. Polîsên ku jin û ciwanan kirin hedef, gelek kes bi tundiyê binçav kirin. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bertek nîşanî helwesta tunda a polîsan da. Gengeşeya di navbera gel û polîsan de dewam dike.

Enternasyonalîstan jî piştgirî dan protestoyên li herêma Haringeyê. Kurdistaniyan daxwaz kirin ku polîs ji avahiya ku mala gelê Kurd e, derkevin.

Gel dem bi dem bi berzkirina dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” û “Şerm bikin” trafîkê ji kolanê re girtin.

Helîkopterên polîsan li derdora avahiyê geriya û polîsên Îngiliz di daxuyaniya xwe ya li ser malperea germî ya înternetê de îdia kir ku têkiliya Navenda Civaka Kurd bi PKK’ê re heye.

Tê diyarkirin ku polîs çend roj in ji bo operasyonê amadekarî kiriye.

Parêzer Alî Has derbarê binçavkirinan de agahî da û diyar kir ku operasyon bi hinceta ‘PKK’ hatiye kirin, lê polîsan hê agahiyeke tam nedane. Alî Has anî anî ziman ku pêvajoya hiqûqî destpê kiriye û got ku dibe ku bi hinceta qanûna antî terorê dema binçavkirinan bê dirêjkirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê jî daxuyaniyek da û operasyona li dijî gelê Kurd û saziyên wan şermezar kir û ragihand ku wê sibê di saet 17:00’an de li pêşiya Stasyona Turnpike Line meşekî mezin bê lidarxistin.

Li Londonê tam beriya saleke roja 27’ê Mijdara 2023’an li dijî Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê ji aliyê polîsan girêdayî Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê ve serdegirtin hatibû kirin û doz hatibû vekirin.