Çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Bi felsfeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" dewam dikin.
ŞEHBA
Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de ji bo mêran meşek li Şehbayê li dar xist. Her wiha Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan jî ji bo jinên Êzidî semînerek da.
Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan li hola Desteya Jinan a Ehdasê bi beşdariya bi dehan jinên Êzidî semînerek bi rê ve bir. Semîner ji hêla endama Komîteya Jinan Şêrîn Çawîş û hevserka Yekitiya Êzidiyan Meryem Cindo ve hate birêvebirin.
Meryem Cindo diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke xetere ye û got: "Li cîhanê qanûnên cidî yên parastina jinan nîn in. Lê gelek qanûn hene ku jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêlin. Ev jî dibe sedema aloziyeke rasteqîn." Meryem destnîşan kir ku rêya ku tevahî aloziyên heyî bi dawî bibin bi xwe spartina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Lê ji bo vê yekê jî desthildarî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.
Bi heman boneyê bi sedan mêr ên li kantona Efrîn û Şehbayê, tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî tundiya li ser jinan meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeya Fafînê dest pê kir.
Di meşê de pankartên "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" û "Dîsa û hezar carî Jin, Jiyan, Azadî" hatin hildan, her wiha dirûşmên " Na ji qetilkirina jinan re", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos vegerî mîtîngê.
Endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Sureye Mistefa axivî. Sureye diyar kir ku ji bo bidawîkirina tundiyê û azadiya tevahî jin û civakê çareserî di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.
Hevserokê kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo jî diyar kir ku ew ê xebatên xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bimeşînin ku girîngiyeke mezin daye azadiya jinan.
Mihemed Şêxo anî ziman ku ew ê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" li kêleka jinan têkoşînê bidomînin da ku destkeftiyên dîtir bi dest bixin.
AMÛDÊ
Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna 60 mêran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê li avahiya Kongra Star a li bajar hatiye vekirin. Beşdarên perwerdeyê dê di nava 3 rojan de waneyên li ser qanûna malbatê, hevjiyana azad û zayendperestiyê bibînin.
TIL HEMÎS
Li bajarê Til Hemîsê jî semînerek ji aliyê Kongra Star ve li ser tundiyê, cureyên wê û rêbazên tunekirina wê hate dayîn.
Semîner bi beşdariya bi dehan jin û mêran li hola navenda çandê ya li rojhilatê Til Hemîsê hate dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyana Hisên der barê tundiya li ser jinan de got tundî li erdîngariyeke diyarker sînordar nîn e, lê li her cihekî heye.
Berdevka rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên jî diyar kir ku îrade û israra jinan a pêkanîna azadiya xwe û ya gelê xwe wê astengiyan nas neke.
Piştre jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan a li hemberî zîhniyeta baviksalar û adetên paşverû de hatin xwendin.
Her wiha beşdaran rêbazên bidawîkirina tundiya li ser jinan nîqaş kirin. Beşdaran têgihiştin û dayîna semîner û panelan ên bi mijara wekheviya di navbera jin û mêran de wek rêyeke rêgirtina li ber tundiyê destnîşan kir.
TEBQA
Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê jî atolyeyek bi navê "Rola jinan di qada siyasî û partiyên siyasî de" li dar xist.
Atolye li avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li bajarê Tebqayê bi tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.
Mijara yekemîn a atolye ji aliyê endama Melcisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Muna Dalî ve hat şîrovekirin. Munayê bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di qada siyasî û rola wan a navendî di pêşxistina rêveberiya demokratîk de.
Cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hîba El Hemed mijara duyemîn a atolye bi rê ve bir. Hîbayê astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di qada siyasî û saziyên civakî de destnîşan kirin û rêbazên pêşxistina beşdarkirina di xebata siyasî de vegotin.
Piştî axaftinan beşdaran li ser rêbazên pêşîlêgirtina tundiyê nîqaş kirin.
HELEB
Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê panelek bi navê "Wateya zayendparêziyê û azadî" li dar xist.
Panel li avahiya malbendê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.
Endama malbendê Şêrîn Şêxo wateya zayendperestiyê û sedemên wê û bandorên wê yên li ser civakê şîrove kirin.
Beşdaran jî der barê mijara panelê de nêrînên xwe anîn ziman û rêbazên rêgirtina li ber zayendperestiyê û bidestxistina azadiya jinan vegotin.
ŞEDADÊ
Di vê çarçoveyê de Kongra Star li bajarê Şedadê bi diruşma ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ de li hola Meclisa Gel a bajêr semîner da.
Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman li ser sedemên çandî û civakî yên tundiya li dijî jinan axivî.
Nadiye diyar kir ku divê ji bo avakirina civakeke biewle hevkarî di navbera mêr û jin de hebe.
Di dawiyê de belavok li beşdaran hatin belavkirin.
TIL TEMIR
Li Til Temirê ji bo belavkirina hişyariya li ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Kongra Star li kolanên bajêr û li bendên kontrolê yên sereke broşor belav kirin.
DIRBÊSIYÊ
Kongra Star li kolanên bajêr ên sereke broşor li şêniyan belav kirin.
HOL
Kongra Star li bajarê Holê belavokên der barê hişariya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li hêzên leşkerî û ewlehî yên bajêr belav kirin.
Girêdayê mijarê, endama Komîteya Jinan a Meclisa bajêr Besme Ilyas diyar kir ku di bernameyê de şîret û çareseriyên têkildarî sekna li hember tundiyê ku xwe dispêrin perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hene.
REQA
Li bajarê Reqayê Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi diruşma ˋBi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ li hola Barîsta El Seade semînerek da.
Di semînerê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Hevgirtina Jinan a Azad, endamên Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Giştî ya Jinan beşdar bûn.
Endama rêveber a Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Betûl Hemzawî axivî û got ku roja 25ˋê Mijdarê rojeke cîhanê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e.
Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Firatê Rîm Idrîs jî got: "Tundî rezalet û reftariyeke krêt e ji derûniyeke nexweş derdikeve. Tundiya li dijî kesên hemberî xwe dûrî rûmeta mirovan û mafên wî ye."
Di semînerê de hin pêşniyarên hatin kirin wiha ne; pêwîstiya bipêşxistina rewşa jinan di tevahî aliyan de, ol û exlaq her du tiştên bingehîn in, xwendin bingeha pêşxistinê ye, semînerên taybet bi jinan werin lidarxistin, zarok neyên zewicandin û ji zayendperestiyê were bidûrxistin.
Her wiha Akademiya Jineolojiya bi hevkariya Zanîngeha Şerq re semînerek der barê tundiya elektronîk û rêbazên çareserkirina wê da. Di semînerê de endamên Akademiya Kobanê, Tebqa, Minbic, xwendekar û mamosteyên zanîngehê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
Endama Akademiya Jineolojiya Elya Silêman tundiya elektronîk bi rê ve bir. Elya got tundiya elektronîk ferd û civakê bi taybet jin û ciwanan hedef digire, wan fêrî bêexlaqiyê de û di aliyên hestiyarî, madî, cinsî û agahdariyan de şantaj dike.
Elya diyar kir ku tundiya elektronîk ji tundiya gotinê, fîzîkî, siyasî û aborî xerabtir e.
Der barê sînordarkirina tundiya elektronîk, Elya bang kir ku têgehîna tundiyê û cureyên wê binasin û hişyariyê di nava ferdan de belav bikin.Her wiha Elya anî ziman ku divê zarok telefon û komputeran kêm bi kar bînin û têkiliyên rû bi rû werin geşkirin.
Di dawiya semînerê de şanoyek ji hêla endamên akademiyê ve hat pêşkêşkirin.