Xelkê Minbicê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Bi hezaran welatiyên Minbicê yên daketin qadan êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Bi hezaran welatiyên Minbicê yên daketin qadan êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Xwepêşandan bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên Minbicê, partiyên siyasî û saziyên jinan ji Çerxerêya El-Mîzan destpê kir.
Xwepêşandêran pankartên "Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin" hildan û dirûşmên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk berz kirin.
Li Çerxerêya El-Meseb meş vegûherî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: "Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me ne nû ne, lê di nava vê mehê de dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine û ev êriş bi salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê re hatin."
Mihemed Xêr Şêxo di berdewama axaftina xwe de got: "Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk DAÎŞ derbasî herêmê kiriye û bi têkçûna DAÎŞ'ê re dewleta Tirk hişê xwe winda kir. Lewma her kêliyekê em dibînin herêmê bi awayekî ketober bombebaran dike."
Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Leyla Elêwî jî got: "Dewleta Tirk ji bo têkbirina berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rê û rêbazan bi kar tîne, herî dawî jî hedefgirtina sivîlên bajarê Kobanê bi rêya balafiran bû."
Leyla Elêwî wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk sûcên xwe bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê û exlaqê, li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk tîne."