Girtiyên PKK û PAJK’î salvegera damezrandina PKK’ê silav kirin

Girtiyên PKK û PAJK’î salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin, “Em sala nû ya têkoşîna ku wê encamên şoreşgeriyê biafirîne, bi hemû kelecan û heybeta wê pêşwazî dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên PKK û PAJK’î bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Sala têkoşîna 47’an a PKK’ê, meşa mirovahiya hemdem e ku 46 sal li pey xwe hiştin û bênavber didome. Em vê sala têkoşînê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe yên şoreşê ku parêzvanên bi wêrek ên vê meşê ne û di şexsê gelê Kurd de li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em sala nû ya têkoşînê ku wê encamên şoreşgeriyê biafirîne, bi hemû kelecan û heybeta wê pêşwazî dikin.

Em şehîdên xwe yên mezin Mazlum, Kemal, Hayrî, Akîf, Alî, Ferhat, Necmî, Mahmut û Eşref ku bi ruhên xwe yên fedayî û seknên xwe yên bi heybet em anîn roja îro, car din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê biryardarî û îradeya wan a mezin.

Ev di esasê xwe de di şexsê gelê Kurd de, mudaxeleya li paşverûtî û jiyana dermirovî ye ku li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ev pêngav xwe dispêre hebûniyê û feraseta milletê Kurd a çarenûsê ji binî ve ji holê radike û axa mirî ya li ser miletê Kurd ku wekî tune dihat hesibandin û digotin ‘Kurdistana xeyalî meftûn e” rakir. Ev yek îradeya afirandina ji tunebûnê ye ku bi ked û hewleke bêhempa, ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê ve Kurd giheştin asta gelên modern û şoreşger ku xwe bi xwe bi rêve dibin. Ev heqîqet ji aliyê Rêber Apo ve wekî ‘Ta bi derziyê ve kirin’ tê pênasekirin. Hevrêyê me Hayrî weke dewameke vê heqîqetê û nûnerên PKK’ê yên îdeolojîk û rêxistinî, şehîdên me yên şoreşa zindanan di dadgehên dagirker û faşîstan de parêzkariya gelekî ku tune tê hesibandin, kiriye û mizginiya rûmet û serkeftina derketinê daye.

Bi ruh û çanda berxwedana zindanan, tevî hemû zext, êşkence û pêkanînên qirkirinê, ala berxwedanê ya şehîdên me yên mezin ku bûne nasnameya berxwedana bênavber û ruhê berxwedana zindanê, li ezmanan hate parastin. Ev ji bo dijminê dagirker û mêtinger re bû bersiva herî rast. Hevrêyê me Abdulkadîr Kûtay, şehîdê me yê dawî yê zindanê, li hemberî polîtîka û pêkanînên dijminî, ji çanda berxwedanê paşde gav neavêt û bersiva herî birûmet û şanaz da dijminê ku her roj digot 'me xilas kir, em ê xilas bikin' û bû îfadeya şênber ya sekn û vîna xurt û saxlem ya PKK'ê.

Têkoşîn û berxwedana jinên azad ya ku bi şoreşa Kurdistanê dest pê kir û rêheval Sarayê pêşengiya wê kir, bûye îspata heqîqet û gerdûnîbûna têkoşîna PKK’ê û bûye îdeolojî û rêbaza têkoşînê ya jinên cîhana hevdem. Îro berxwedana hevrêyên me yên li zindanên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana hevrêyên me yên PAJK’ê yên di zindanên dewleta faşîst a Îranê de, tê wateya bangawaziya parastina vîn û azadiyê.

Pergala dewletê ya ku bi hemû aliyên xwe ve temsîla îdeolojiya mêrê serdest e, di encama têkoşîn û berxwedana jinan de bêçare maye û li ber çavê civak û kesan ketiye rewşeke bêkêr. Loma bi hemû hovîtiya xwe ji aliyê fizîkî, çandî û derûnî ve êrîşî jinan dike.

Em minetdarê Rêber Apo ne ku ew afirînerê bêhempa yê ferdê azad, civaka azad û îfadeya herî berbiçav a vê yekê ye ku em bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve diçin. Em pêngava azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin û li çar aliyên cîhanê deng vedide, careke din silav dikin.

Em di 47’emîn sala Partiyê de hemû aliyên ku ji bo Rêber Apo têdikoşin ku ji bo mirovahiyê kedeke mezin daye û jiyana xwe ji bo têkoşîna mafdar û bi rûmet a mirovahiyê feda kiriye, silav dikin û di têkoşîna wan de serkeftinên mezin dixwazin.

Em girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’ê damezrandina Partiya me PKK’ê ku sala 46’emîn li pey xwe hişt û kete sala xwe ya 47’emîn di serî de li Rêber Apo, şehîdên qehreman, gelê me yê welatparêz, hemû hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin, li gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê hêza ruhê fedaî yên Apoyî ne û li hemû mirovahiyê pîroz dikin."