Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana PKK’ê” hate pîrozkirin.
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana PKK’ê” hate pîrozkirin.
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi wesîleya salvegera 46ˋemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li hola navend çand û hunerê ya bajêr li dar xist.
Di şahiyê de xelkê bajarê Çilaxa, bajarokên wê, malbatên şehîdan, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî yên li bajêr, endamên Kongra Star, endamên meclisa bajêr, ciwanên şoreşger û jinên ciwan beşdar bûn.
Di şahiyê de endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Sefo salvegera PKKˋê pîroz kir û got: "Derketa PKKˋê ji bo gelê Kurd ku êşên bindestî, qirkirin, helandin û înkarkirinê dikişandin, jiyaneke nû ye."
Rêvebera Komîteya Jinan a Rêveberiya Dibistanan Nezhet Seyfedîn rojbûna partiyê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gerîla, welatparêzan û gelên cîhanê pîroz kir û got: "Tevgera azadiya Kurdistanê ji bo tevahî gelan, doza jinan û azadiya wan têdikoşe."
Nezhet wiha domand: "Em ê li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û diruşma ˋJin, Jiyan, Azadîˋ têkoşîna xwe mezin bikin."
Di dawiyê de stran, şano, helbet û dîlan hatin pêşkêşkirin.
TIRBESPIYÊ
Di heman çarçoveyê de pêkhateyên Tibespiyê li hola Roj a bajêr şahiyek li dar xist.
Di destpêka şahiyê de li dengê Rêber Abdullah Ocalan ê der barê damezrandina PKKˋê, qonaxên têkoşînê de hat guhdarkirin. Dûre rêveber Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî axivî û got: "Damezrandina PKKˋê ji bo gelê Kurd û gelên bindest vejînek e. Ji ber ku bi saya têkoşîna wê êdî doza Kurd di qonaxa herî pêş de ye û gelê Kurd veguherî sembola azadî û têkoşîna cîhanî."
Di dawiyê de komên cûdî û Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin, her wiha hunermend Tariq ê ji bajarê Til Hemîsê stran pêşkêş kirin.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsjiyê li hola Îvan şahî bi beşdarbûna sazî û endamên saziyan hat organîzekirin.
Di şahiyê de rêvebera Kongra Star a kantona Cizîrê Berçem Botan axivî û salvegera PKKˋê pîroz kir.
Berçem wiha got: "PKKˋê gelê Kurd ji tarîtiyê rakir û destanên serkeftin û tolhildanê nivîsandin."
Her wiha koma Agirî yê Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê bi beşdariya hunermend Hojîn Hêrez û hunermend Danîş Botan stran pêşkêş kirin.
Di şahiyê de keç û xortek soza tevlêbûna li nava gerîla da û got ew ê li ser şopa şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.