HRE'yê şehîdekî xwe bi bîr anî

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Şoreş Andok ji ber qezayekê şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Li hember dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gelê me tê meşandin, têkoşîna me bi hemû zor û zehmetiya xwe dewam dike. Di nav vê têkoşînê de her şehadetek, li hember dijmin hêrsê mezin dike. Şehadetên ku bêwext çêdibin me gelekî diêşîne. Hevrêyê me Şoreş Andok roja 25'ê Cotmehê, di encama qezayê de gihiştibû asta şehadetê.

Hevrê Şoreş jî heta kêliya dawî erkên xwe bi berpirsiyariyeke mezin bi cih anîn û her tim ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Em di şexsê hevrê Şoreş de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."