Li gundên Minbicê di 24 saetan dawî de 55 êrîş hatin kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî di nava 24 saetên dawîn de bi 55 topên hawanê êrîşî gundên Minbicê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên êrîşên dagirkeriyê yên 24 saetên dawîn eşker kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran gundên Minbicê hedef girtin.

Li gorî navendê, dagirkeriyê gundê Biwêhic bi 38 topan, gundê Boxaz bi 10 topan, gundê Cerad bi topekê, gundê Um Celûd bi 3 topan, gundê Korhiyok bi 3 topan topbaran kirin.

 Di daxuyaniya navendê de hat eşkerekirin ku di topbaranên çeteyan li gundê Ereb Hesen ê gundewarê bakurê rojavayê Minbicê de ciwanê bi nave Mistefa Berekat Hesen (17) birîndar bû.