QSD'ê li Dêra Zorê sîxûrekî dewleta Tirk girt
QSD'ê ragihandin li Dêra Zorê sîxûrekî îstîxbarata dewlata Tirk a dagirker ê bi navê Cemîl Hesen Rehîm ku kordînatên nuqteyên QSD'ê û cihên ewlehiyê bi dewleta Tirk re parve dikirin, girt.
QSD'ê ragihandin li Dêra Zorê sîxûrekî îstîxbarata dewlata Tirk a dagirker ê bi navê Cemîl Hesen Rehîm ku kordînatên nuqteyên QSD'ê û cihên ewlehiyê bi dewleta Tirk re parve dikirin, girt.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku sîxûrekî MÎT'ê ku kordîantên nuqteyên hêzên wan didin dweleta Tirk a dagirker, girtin.
QSD'ê mikûrhatinên sîxur parve kir.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Dagirkeriya Tirk li gel êrîşên xwe yên leşkerê li dijî herêmên me yên ewle yên Bakur û Rojhilat, sîxûran ava dike û bi rêya wan çalakiyên terorî pêk tîne. Di demên dawî de me gelek daxuyanî li ser çalakiyên wan ên terorîst dan.
6'ê Cotmehê, Yekîneyên Taybet ên hêzên me sixûrekî MÎT'ê bi navê Cemîl Hesen Rehîm girt. Girtîna wî piştî operasyonên çavdêriyê yên zelal pêk hat.
Birayê Cemîl Hesen Rehîm ê li gel MÎT'ê dixebite, Sedam birayê xwe kir sixûr. Her wiha ji bo çalakiyên terorî wekî sekvanîkirin û teqînan li dijî hêzên me gelek plan danî û kordînatên nûqteyên leşkerî yên hêzên me dida îstîxbarata Tirk û wêneyên cihên ewlehiyê yên hesas kişandin."