ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Roja 5'emîn a Berxwedana Rûmetê: Dagirkeran li konvoya sivîlan xistin
Ji bo banga rawestandina şer bikin serê sibehê bi rê ketibûn. Piştî ku gihîştin Serêkaniyê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Rojnamevan û endamên saziyên mafên mirovan jî di nav de bûn. 12 kes şehîd bûn, 74 jî birîndar. -
Dewleta Tirk gundên Asûriyan bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Cuma û Kêçî yên Til Temir ên Asûrî lê dijîn, dan ber topan. -
Ji bo şehîdan li Qamişlo konê sersaxiyê hate danîn
Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan konê sersaxiyê hate danîn û bi sedan kesî serdan kon kirin. -
QSD: Li Dêra Zor û Hesekê 6 DAÎŞ’î hatin girtin
Yekîneyên Antî-Teror ên QSD`ê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê di encama 3 operasyonên ewlehiyê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin. -
Li hemberî îxaneta PDK’ê şev û roj li ser sînor di nobetê de ne
Gelên Rojava ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayên ku PDK’ê li Xelîfanê di kemînê de ew şehîd kiribûn, ev hefteyek e li ser sînor di nobetê de ne. Çalakger dibêjin ‘Êdî bes e, sebra me nema. Em ê sînoran hilweşînin û biçin cenazeyê xwe bînin.” -
Ji bo berxwedanê fîrar kirin
Komek ji şervanan ku ji yekîneyên xwe yan jî ji nexweşxaneyê fîrar kirin û ji bo tevlî Berxwedana Rûmetê bibin berê xwe dan Serêkaniyê, qala serpêhatiya xwe kirin. Di nava wan de Kurd hebûn, Ereb hebûn, enternasyonalîst hebûn. -
Roja 4'emîn a berxwedana rûmetê: Serêkaniyê neket!
Artêşa çete ya dewleta Tirk di roja 4'emîn a Berxwedana Rûmetê de gelek windahî dan. Erdogan ji bo moralê bide artêşa xwe, îdîa kir ku li Serêkaniyê kontrol bi temamî bi dest xistine, lê heta wê demê jî neketibûn nava bajêr. -
Gundên Şehba û Til Temirê bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa ya Şehba û gundê Dirdara ya Til Temirê bombe kirin. -
Dayikên Aştiyê xwestin cenazeyên şehîdan werbigirin, PDK bû asteng
Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên gerîlayan ên di kemîna PDK'ê de şehîd bûn werbigirin, xwestin biçin Başûrê Kurdistanê û berê xwe dan Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê. PDK'ê li ser sînor pêşî li dayikan girt. -
Dewleta Tirk gundên Minbîcê bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên li bakurê rojhilatê Minbîcê bomberdûman kir. -
‘Em ê li qada Serêkaniyê govenda azadiyê bigerînin’
Jinên ji Rojava yên ku piştî dewleta Tirk a dagirker ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kiribû, ew jî neçar mabûn dev ji axa xwe berdin, gotin “Ji bo ku em vegerin bajarên xwe em ê têkoşîna xwe geş bikin. “ -
Roja 3'emîn a berxwedana rûmetê: Dewleta Tirk ji sînor, DAÎŞ'ê jî ji hundir êriş kir
Di roja 3'emîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê zêde bû. Dewleta Tirk ji bejahî û hewayî ve bombe li 10 bajaran barand. Çeteyên DAÎŞ'ê jî êriş birin ser Qamişlo û Dêra Zorê. -
Li Til Temirê dêr, dibistan û goristan hatin rûxandin
Artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê bi navê Til Cûma yê Til Temirê kiribû. Li vî gundî bêtir Asûrî lê dijîn. Dêra gund rûxiya, derb li dibistan û trafoya elektrîkê jî ket. -
Dewleta Tirk gundên Alqemiyê û Merenaz ên Şerayê bomberdûman kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Alqemiyê û Merenaz ên Şerayê bomberdûman kirin. -
Endamên Kongreya Star bang li PDK’ê kirin: Dev ji dijminatiya Tevgera Azadiyê berde
Endamên Kongreya Starê li Sêmalka îxaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd protesto kir. -
Li Efrînê du sivîlên din hatin revandin
Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, du sivîlên din hatin revandin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî di mehekê de 11 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker di nava çar hefteyên dawî de li Girê Spî herî kêm 11 jin revand. -
Dewleta Tirk careke din bombe li gundê Asûriyan barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundê Til Cûma yê Til Temirê barand, ku şêniyên wê Asûrî ne. -
'Jiyana xwe deyndarî hevrêyên xwe yên jin e'
Şervanê YPG'ê qala dema êrişên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê kir û got, "Di Berxwedana Rûmetê de careke din min şahîdî ji vîna hevrêyên xwe yên jin re kir. Di şer de birîndar bûm. Hevrêyeke jin ez danî ser pişta xwe û rizgar kir." -
Roja duyemîn a berxwedana rûmetê: Erdogan gef li Yekîtiya Ewropayê xwar
Li Serêkaniyê ku bi şev şerekî giran qewimî, di roja duyemîn de êriş zêdetir bû. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ku li herêmê nekarî bi dilê xwe bi pêş ve biçe, ji bo Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide êrişên dagirkeriyê vê carê gef lê xwar. Beşa 2'emîn. -
Li Helebê bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes di salvegera komploya navneteweyîd e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li dijî komployê bi deh hezaran kes li Kantona Hesekê daketin qadan
Li Kantona Hesekê bi deh hezaran kes komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker Soxanekê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan li gundê Soxanekê ya Şêrawa dide. -
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî meş hate kirin
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî komploya navneteweyî û êrişên dagirker hatin protestokirin. -
Dagirker li gundê Tahanê yê Şehbayê didin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tahanê yê Şehbayê bomberdûman dikin.