Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê dagirkeriya Tirk protesto kirin

Xelkê Dirbêsiyê û Girkê Legê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber êrîşan protesto kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Qamişlo bi meşekê gef û êrîşên dewleta Tirk a adagirker ên li ser herêmê protesto kirin û xwestin ku qada hawayî li ber balafirên Tirkiyê werin girtin.

Meş li qada Şehîd Xemgîn veguherî mêtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir  axivî û diyar kir ku dewleta Trk a dagirker bi van êrîş û gefan dixwaze ewlehiya herêmê xirab bike, şêniyên wê bitirsîne û di encamê de wan bide koçberkirin û wiha domand: "Her wiha armanca ji van êrişan serkeftin û destkeftiyên ku gelên herêmê bidestxistin têk bibe, bi taybet bajarê berxwedanê Kobanê, ku pêngava destpêkê ya têkbirina DAÎŞ'ê bû ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt. Dîsa jî dewleta Tirk bi van êrişên dixwaze krîzên xwe yên hundirîn derxîne derve."

Bekir bêdengiya DYA û Rûsya ya li hemberî êrîşên Tirkiyê rexne kir û bana girtina qada asîmanî li ber balafiran kir.

Di dawiya axaftina xwe de Rustem Bekir diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrîşan li ber xwe bide û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên Girkê Legê jî bi meşekê êrÎşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Endama Kongreya Star Narîşan Berekat di çalakiyê de axivî û got: "Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bedewam in, bi van êrîşan dixwaze fitne û tirsê di nav şêniyan de belav bike û fikirê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe. Lê îradeya me xurtir dibe, em ê ji bo mafên xwe têk bikoşin heta ku planên dewleta Tirk têk biçin."

Narîşan Berekat di dawiyê de piştgiriya gel bi hêzên xwe yên parastinê nîşan da.

Çalakî bi diruşmeyên şeremzarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.