Dagirkeran li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, 3 sivîl ji heman malbatê ji aliyê çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên nasîn ve li gundê Xezewiyê ya Şêrewayê hatine revandin
Li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, 3 sivîl ji heman malbatê ji aliyê çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên nasîn ve li gundê Xezewiyê ya Şêrewayê hatine revandin
Kiryarên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî bi dawî nabin.
Çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên pênasekirin ji heman malbatê 3 kes revandin û birin cihekî nediyar.
Çavkarniyan anî ziman ku 3 kesê hatine revandin ji heman malbatê ne û ji gundê Xezzewiyê ya Şêrewa ya Efrînê hatine revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne: Eymen Mihemed Kêfo(28), hevjîna wî ya bi navê Binefiş (25) ku dayika 2 zarokan e û xwişka wî ya bi navê Novîn Mihemed Elî Kêfo (25).
Dagirkeran 23’ê Cotmehê parêzereke Kurd a bi navê Necah Umer Eros revandibûn.
Li gorî daneyên Rêxistinê Mafên Mirovan a Sûriye - Efrîn, tevî revandina Binefiş û Novîn hejmara jinên li kantona Efrînê di meha Cotmehê de hatine revandin 2 jê temen biçûk bi giştî 16 jin hatine revandin, jina bi navê Nîemet Behcet Şêxo ya ducanî jî hatiye qetilkirin.