ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şehbayê mayîn teqiya: 4 zarok birîndar bûn
Li gundê Til Sosinê yê navçeya Ehdas a Şehbayê mayînek teqiya û 4 zarok birîndar bûn. -
YPG: Dewleta Tirk derewan dike, hêzên me êriş nekirine
YPG’ê diyar kir ku daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Tirk ne rast e. -
Dewleta Tirk jina ducanî bi êşkenceyê kuşt
Hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker jineke ducanî ya ku kiribû girtîgeha Efrînê bi êşkenceyê kuşt. -
Li Mabatayê sivîlek hate revandin
MÎT'ê li navçeya Mabata ya Efrînê ku dagirkirî ye, sivîlek revand. -
Salih Muslim: Di şerekî pêkan de Tirkiye bi temamî wê hilweşe
Muslim diyar kir dewleta Tirk ji bo ku ser krîzê bigire gefê dixwe û got, ''Rewşa Tirkiyê pir zor e. Herî pir Tirkiye wê derbê bixwe. Îro em xurtir in û bêhtir rêxistinî ne. Berxwedan wê cuda be.'' -
Roja 9'emîn a Berxwedana Rûmetê: Komploya Agirbestê
Li dijî berxwedêrên ku bi rojan li hemberî êrişên bi sedan balafir, bi hezaran tank, top, obus û fuzeyan bi çekên xwe yên ferdî li ber xwe didan, vê carê planeke cuda xistin meriyetê. Çekên wan li dijî wijdan û hestên berxwedêran bûn. -
Li Minbîcê ji bo Abdullah Ocalan kon hate vedan
Li Minbîcê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna sedan kesİ kon hate vedan. -
Dagirkeran bombe li gundê Malikiyê û Kelha Şiwarxa dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan bombe li gundê Malikiyê û Kelha Şiwarxa ya Şerayê bombe dikin. -
Li Idlibê panzereke Tirk hate îmhakirin
Li bakurê Idlibê di dema konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker derbas dibû de, teqînek pêk hat. Di teqînê de panzerek îmha bû, 2 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk gundek û rêya M4 bombe kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Beramil û rêya M4 bome kir. -
Roja 8’an a Berxwedana Rûmetê: Bi teknolojiya pêşketî xwestin bikevin qadê
Artêşa Tirk a bi gotinên ‘Me bajar xist’ ji gelek aliyan ve xwestin bikevin bajar. Ev jî wê bi desta NATO, bi teknîka pêşketî pêk bihata. Wê ewilê bi dehan car bombe bikira, erd û esman bike guregur, wê di bin çavdêriya SÎHA’yan de pêk bê. -
Dagirkeran gundên Şera bombe dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera dan ber topan. Li aliyê din balfirên keşfê li ser Şehba û Efrînê difirin. -
Dagirkeran li Racoyê sivîlek din revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li gundên navçeya Raco ya Kantona Efrînê ya dagirkirî sivîlek din revand in. -
Roja 7'emîn a Berxwedana Rûmetê: Bombeyên Fosfor a Spî û yên qedexekirî hatin bikaranîn
Ji ber berxwedana li seranserê sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêviya artêşa Tirk şikest. Du rê li ber mabû; ya wê vekişiya ya jî wê komkujiyên mezin bikira. Dewleta faşîst dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir û bombe li navenda bajêr barand. -
Cenazeyê 4 şehîdan hate veşartin û gerîlayê HPG’ê Agirî Tolhildan jî bibîr anîn
Li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmek hate lidarxistin. -
QSD: Dewleta Tirk ji bo êrîş bike, li hinceta digere
QSD`ê nûçe û agahiyên dewleta Tirk li ser medya xwe belav dike, derewand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe rewa bike û dest bi êrîşên nû bike li pey hincetan e. -
Nasnameya 2 şervanên QSD’ê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên 27’ê Tebaxê li Eyn Îsa şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Serdana çalakiya bi kon a li Sêmalka hate kirin
Gelê Amûdê û endamên Şaredariya Gel a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê hêzên PDK’ê hatibûn şehîdxistin, çûn serdana konê çalakiyê ya li Sêmalka hatiye danîn. -
Xelkê Dirbêsiyê Şehîd El-Elî veşartin
Xelkê Dirbêsiyê bi merasîmekê Şehîd Ferhad El-Elî li Goristana Şehîd Rûstme Cûdî veşartin. -
Dr. Nûr El Dîn Mûsa jiyana xwe ji dest da
Dr. Nûr El Dîn Mûsa ê ku şervanê Tevgera Azadiya Kurdistanê tedawî dikir, jiyana xwe ji dest da. -
Roja 6'emîn a Berxwedana Rûmetê: QSD-Şamê li ser sînor li hev kirin
QSD'ê û artêşa Şamê li hev kirin. Di çarçoveya peymanê de artêşa rêveberiya Şamê li ser sînor hate bicihkirin. Lê belê dewleta Tirk bi dehan carî êriş bir ser leşkerên Şamê. -
Dagirkeran li Efrînê 10 sivîlên din revandin
Çeteyên ku bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ û ‘Muetesim Billah’ tên nasîn ku girêdayî arêtşa Tirk a dagirker ji gundê Memila yê Kantona Efrînê ya dagirkirî 10 sivîl revandin. -
Li Sêmalka PDK hate protestokirin
Gelên Herêma Cizîrê di çalakiyê de ya li ser sînorê Başûr-Rojava bang li PDK'ê kirin ku bes hevkariya dewleta Tirk bike. -
Liv û tevgera dagirkeran bi şev zêde bû
Artêşa Tirk a dagirker ku li Efrîn, Şehba û Eyn Îsayê bi şev liv û tevgera xwe zêde kir, bombardûmanê dewam dike. Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê teqînek pêk hat. -
Roja 5'emîn a Berxwedana Rûmetê: Dagirkeran li konvoya sivîlan xistin
Ji bo banga rawestandina şer bikin serê sibehê bi rê ketibûn. Piştî ku gihîştin Serêkaniyê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Rojnamevan û endamên saziyên mafên mirovan jî di nav de bûn. 12 kes şehîd bûn, 74 jî birîndar.