Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk navendên leşkerî yên hev didin ber topan

Hêzên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagiker li Idlibê navendên hev ên leşkerî didin ber bombeyan.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li ser sînorên bi Lîwa Iskenderûn re yên li bakurê Idlibê kirin hedef, her wiha 6 êrîş li dijî baregehên çeteyên Firqeya 23'yan a girêdayî dewleta Tirk li derdora herêmê Qah pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) li gel bombebaranê, hêzên hikûmeta Şamê jî derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li Nêreb, San û Mecdaliya yên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin. 

Her wiha gelek balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin.