Li Amûdê şehîdên meha Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn

Li Amûdê ji bo bîranîna 35 şervanên azadiyê yên di meha Îlon û Cotmehê şehîd bûbûn merasîmeke bîrnaînê lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo 35 şervanên azadiyê yên di mehên Îlon û Cotmeh di têkoşîna li dijî DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayê Kurdistanê şehîdê bûbûn merasîma bîranînê lidarxist.

Merasîm li Goristana Şehîd Îsmaîl bi amadebûna bi dehan şênî û malbatên şehîdan ên navçeyê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre li ser navê Meclîsa Navçeya Amûdê Sabir Ehmed axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Em nikarin bi çend gotinan berxwedana şehîdan vebêjin. lewre divê em tevahî li ser rêya berxwedan û wefedariya wan bimeşin."

Ehmed bal kişande ser girîngiya wateya şehîd û anîz ziman: “Şehîd ew in ku bi fedekariya xwe rêya azadî û berxwedanê ji me re xêz kirine da ku Kurdistaneke azad û Sûriyeke demokratîk bê avakirin. Em niha 35 şehîdan bibîr tînin û bi hezaran ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ser bingeha berxwedana van şehîdan têdikoşin, ji ber ku ew felsefeya jiyana azad in."

Sabir Ehmed îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dijmin şervan, gerîla û gelê me li tevahî parçeyên Kurdistanê hedef digire û gundên sivîl lê hene bi çekên kîmyewî topbaran dike û civaka navneteweyî jî bê deng e. Lê belê wê dîrok bibe şahidê berxwedana gel û tevgera me ya azadiyê. Ji ber ku em ê heta pêkanîna azadiya xwe ji dagirkeriyê li berxwe bidin û emê li ser felsefeya şehîdên xwe bimeşin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.