Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dewleta Tirk 4 sivîlên din jî revandin!

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî ya dagirkirî 3 sivîlên din revandin. Her wiha MÎT'ê jî li gundê Sariya kesek revandin.

Jêderekê diyar kir li bejahiya Kantona Girê Spî çeteyan li navçeya Silûkê li bajarokê Hemam Tirkmen pêngava revandine dane destpêkirin, diyar bû ku çeteyan li navçeya Silûkê ji eşîra Cês Ibrahîm Gedro û Mihemed Sayir El-Şêwax revandine.

Diyar bû ku çeteyan duh ji eşîra Turkmen Tobalê kesê bi navê Ebd Fewaz El-Himêdî ji bajarokê Heman Tirkmen revandin.

Her wiha diyar bû ku El-Himêdî beriya niha jî hatiye revandin, ji bo ku xizmên wî bêne berdan 10 hezar dolar dane çeteyan.

Li gorî çavkaniyên herêmî îstîxbarata dewleta Tirk a dagiker (MÎT) welatiyê bi navê Şukrî Mihemed Ebdo (65) ji şêniyên gundê Sariya yê navçeya Mabata ya Efrînê bi hincetên bêbingeh revandiye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Ebdo li pêş çavê şêniyên gund hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve birine.