PYD: Divê ji berxwedana Kobanê tecrube were stendin

PYD’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê bûye sembola îradeya azad a gelê Kurd û got “Divê ji berxwedana Kobanê tecrube were stendin.”

Îro Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Di Kongreya Kurdistanê de ku li Parlamentoya Ewropayê sala 2014`an li dar ketibû, biryar hat dayîn ku 1’ê Mijdarê bibe roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re ku bû sembola têkoşîna li dijî terorê û tunekirina DAIŞ’ê. Ji wê dîrokê ve, karwanên azadîxwaz û demokrat li seranserê cîhanê daketin qadan û piştgiriya gelê Kurd kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kobanê ku beriya berxwedana destanî kesekî pê nebihîstibû, vîna gelê Kurd ê li hemberî terorê û alîgirên wê sekinî, rave kir. Ji bo gelên bindest li seranserê cîhanê bû sembol û nimûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kobanê bû sembola vîna azad a gelê Kurd, lewra gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêla vê serkeftinê bi hezaran ciwanên xwe feda kirin. Her wiha di berdewama daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya PYD’ê got: “Em di vê boneyê de dibêjin serkeftina ku ciwanên Kobanê û pêkhateyan bi dest xistine, ji bo mirovahiyê serkeftin e.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em minetdarên şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên azadiyê û birîndaran in ku destana Kobanê nivîsandin.”

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku xwedî li giyana berxwedana Kobanê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigire, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan e.