Xelkê Hesekê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Li Hesekê gel û rûspî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî şermezar kir.

Gel û rûspiyên navçeyên Şedadê, Erîşe, Ebdan û El-Deşîşa yên başûrê Hesekê, bi xwepêşandanekê banga girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagiker û rawestandina hedefgirtina sivîlan kir.

Xwepêşandan li ber mizgefta mezin a bajêr destpê kir. Piştî meşê li qada navçeyê li ser navê saziyên sivîl û partiyên siyasî gelek kes axivîn.

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Ebdulxelîf gef û sûcên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê li Kobanê bi balafirên keşfê, şermezar kirin. Ebdulxelîf destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terorê kir û li ser navê hemû cîhanê şerê terorê didomînin û bi hezaran zarokên Bakur û Rokhilatê Sûriyê şehîd bûn.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Ebdulxelîf banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk kir.

Li ser navê saziyên olî jî Şêx Ehmed El-Esed bal kişand ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di têkbirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Sûriyê. Her wiha bang li civata navdewletî kir ku piştgiriya QSD’ê bikin û qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk qedexe bikin.

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana şervanên QSD'ê bi dawî bû.