Dewleta Tirk a dagirker hêzeke mezin a leşkerî şand Idlibê

Dewleta Tirk a dagirker hêzeke mezin a leşkerî ber bi rojhilatê Idlibê ve şand.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, 26'ê Cotmehê ji deriyê sînor ê Xirbet El Coz di nava saetekê de du komên ji 200 wesayitên leşkerî ber bi bejahiya rojhilatê Idlibê û Deriyê Zawiye ve çûn.

Dewleta Tirk a dagirker rojên dawî liv û tevgera leşkerî ya li herêmê zêde kir.