BI DÎMEN

Li pêşiya NY’ê “Roja Vejînê” hate silavkirin

Li pêşiya NY’ê di çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo de salvegera 46'an a damezrandina PKK’ê hate silavkirin.

JI RÊBER APO RE AZADÎ

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo li pêşiya Ofîsa NY a li Cenevreyê daye destpêkirin, di meha 47’an de dewam dike.

Li çalakiyê ku di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her Çarşemê dewam dike de salvegera 46'an a damezrandina PKK’ê hate silavkirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî.

Yuksel bi bîr xist ku 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê ye û diyar kir ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de bi awayekî sîstematîk ji komkujiyan derbas bûye. Yuksel di serî de komkujiyên Koçgirî, Dersim, Zîlan, komkujiyên li ser gelê Kurd rêz kir û anî ziman ku Rêber Apo çawa vê rewşê guhertiye. Yuksel got: “Rêber Apo di vê serdemê de li dijî asîmîlasyon û komkujiyan pêwîstiya derketinekî pêşbînî kir. Di 1978’an de jî damezrandina PKK’ê bû divîtiyeke misoger."

Yuksel axaftina xwe bi pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê bi dawî kir.

Piştî metna çapemeniyê ya li ser navê komîteya çalakiyê hate xwendin.