Li Dêrazorê pergala êşkenceya Îmraliyê hate protestokirin

Xelkê Dêrazorê pergala êşkenceya Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin.

Ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo û banga azadiya wî ya fîzîkî xelkê kantona Dêrazorê xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a li Meamil ya li herêma 7 Kîlo dest pê kir û li çerxerêya Meamil vegerî mîtîngê. Li wir rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Cezrat Lîna El Silêman axivî û bi bîr xist ku li dijî Rêber Apo biryar tên girtin, herî dawî jî ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêbertî re hate dayîn.

Lîna wiha domand: "Biryara qedexeyê ya ku dewletên komploger pêk tînin, tu têkiliya wê bi mirovahiyê re nîne, mîna biryara bidarvekirina çalakger û siyasetmedarên jin ên li Îranê."

Her wiha cîgira hevserokatiya Meclisa Gelan a kantona Dêrazorê Huda El Xenam got: "Binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker ji dema girtina Rêber Abdullah Ocalan ve li dijî wî pêk tînin, li dijî civata navneteweyî û pransîbên mafên mirovan ên 1948ˋan rikberiyek e."

Huda diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember van binpêkirinan sûceke giran a li dijî demokrasiyê û li dijî rêberên parastina demokrasiyê dikin eç

Xwepêşandan bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.