Parêzerek bi propagandaya ENKS'ê xapiya, li Efrînê hate revandin

Îstîxbarata Tirk li Racoyê parêzereke Kurd Necah Omer Eros revand.

Endamên îstîxbarata Tirk û çeteyên ku navê 'polîsên sivîl' li xwe kirine, 23'ê Cotmehê ji gundê Kûîra yê navçeya Raco ya Efrînê parêzera Kurd Necah Omer Eros (52) revandin.

Necah Omer Eros bi propagandaya ENKS'ê ya vegera li Efrînê xapiya bû û ji Helebê vegeriya bû gundê xwe yê li Efrînê. Piştre jî bi hinceta ku li saziyên Rêveberiya Xweser xebitiye hate revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê-Efrîn, ji destpêka meha Cotmehê ve 14 jin û zarokên keç li Efrîn a dagirkirî hatin revandin.

Nîemet Behcet Şêxo ya ku li navenda kantona Efrînê tevî hevserê xwe hate revandin û ducanî bû, ji aliyê çeteyan ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.