ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê çalakiya bi kon: Divê Rêber Ocalan azad bibe
Çalakiya bi kon a ku Kongreya Star li Qamişloyê dabû destpêkirin, di roja duyemîn de didome. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan divê zext li dewleta Tirk were kirin. -
QSD’ê li ser êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Eyn Îsa daxuyanî da
QSD’ê ragihand ku 23’ê yê Adarê di saetên şevê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê gundê Dibis ya Eyn Îsa ve êrîş kirin û li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê şerek dijwar qewimî. -
Li Qamişlo ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya kondanînê
Li Qamişlo ji bo ku balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jê re azadî were xwestin çalakiya kondanînê hate danîn. -
'Ferzkirina Lîreyê Tirk ji bo desteserkirina Efrînê ye'
Ekonomîstên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku dewleta Tirk bi qedexekirina Lîreyê Sûriyeyê li Efrînê, dest bi wê yekê kiriye ku dagirkeriyê veguherînin desteserkirinê. -
Çiya Kurd: Heke têkoşîn neyê kirin dagirkeriya Tirk wê mayinde bibe
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, heke gelên Sûriyê tênekoşin wê dagirkeriya Tirk mayinde bibe. -
Şehîdên Eyn Îsayê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê şervanên QSD'ê Murad û Hebeş ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Sêvdar hatin veşartin û di merasîmê de nasnameya şehîdekî hate ragihandin. -
Cenazeyê Şehîd Yasir El Abdullah veşartin
Cenazeyê Yasir El Abdullah ê li Eyn Îsa şehîd bûbû, li gundê Sirînê yê Kobanê bi merasîmekê veşartin. -
Li Serêkaniyê teqîn
Li Serêkaniyê ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin wesayiteke bi bombeyan barkirî teqiya, gelek dagirker mirin û birîndar bûn. -
Jina ku bi bombebarana dewleta Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Zehra Salih El Semoo ku di bombebarana dewleta Tirk de ya li ser Eyn Îsa bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Di eynî êrîşê de zarokekî 13 salî jî jiyana xwe ji dest dabû. -
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê çima zêde kir?
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Baz Cindirêsê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan di êrişên 3 rojan de derbên giran xwarin û neçar man ku vekişin. -
'Em ê yekîtî û serketina Baxozê ya 23'ê Adarê mezintir bikin'
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Baxozê got, "Piştî ku şervanên QSD'ê 23'ê Adara 2019'an bajar rizgar kirin, piraniya şêniyên herêmê vegeriyan xaka xwe. Niha 45 hezar kes li herêmê dimînin." -
Li Reqayê tecrîd protesto kirin
Li Reqayê ji bo tecrîd bi dawî bibe, malbat û parêzer biçin Îmralî hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, çalakiyek hate kirin. -
Cenazeyê Kobanê û Partîzan bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mistefa Şêx Mislim (Kendal Kobanê) ê 18’ê Adarê û Yasîn Avjî (Çekdar Partîzan ê 19’ê Adarê li Eyn Îsa şehîd bûbûn, li Kobanê bi merasîmekê spartin axê. -
Şehîd Beşar Enwer Xelîl veşartin
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şehîd Beşar Enwer Xelîl li Minbicê bi merasîmekê veşartin. -
QSD: Li Eyn Îsa 37 çete hatin kuştin, 18 birîndar bûn
QSD: Di encama berxwedana 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin. -
Li Efrîn a dagirkirî pereyê Sûriye hate qedexekirin
Li Efrîn a dewleta Tirk dagir kiriye, bikaranîna pereyê Sûriye qedexe kir. -
Bi tevlêbûna Efrîniyan li Şehbayê Newroz hate pîrozkirin
Efrîniyên ku neçar mabûn koçî kantona Şehbayê bikin, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. -
Li Tirbespiyê coşa Newrozê
Li Tirbespiyê di pîrozbahiya Newrozê de hate diyarkirin ku meşaleya Newrozê rêya azadiyê ronî dike. -
Foza Yûsif di Newroza Dêrikê de axivî: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Dêrika Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû û bang li rêxistinên Kurdistanî kir ku bibin yek. -
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Hêzên me li eniyên şer in
Yek ji Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef diyar kir ku êrîşên li ser Eyn Îsa zêde bûne û got, “Hêzên me li eniyên şer, ji bo ku axa me û gelê me ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêze bi qehremanî şer dikin.” -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada Newrozê ne
Li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newrozê hate dadan. Gelên herêmê daketin qadên pîrozbahiyê. -
Dewleta Tirk a dagirker dîsa Eyn Îsa bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker derdora bajêr a Eyn Îsa û rêya M4'ê pîroz kir. -
Çalakiya konvedanê ya li Kobanê di roja 4’an de ye
Gelê Kobanê ji bo zelalkirina rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 4’an de didome. -
Li Gundê Mûelekê 3 dagirkerên din jî hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku vê sibehê di pevçûnên li Eyn Îsa de 3 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. -
PYD: Em ê bi ruhê Newrozê bajarên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin
PYD’ê derbarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em sozê didin ku em ê bi ruhê agirê Newrozê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”