ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Operasyona li Holê derbasî beşa 5’an bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya operasyona 28’ê Adarê li Kampa Holê dabû destpêkirin, li beşa 4’an qediya derbasî beşa 5’an bû. -
Li Holê bi operasyoneke taybet serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Operasyona li Kampa Holê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê di roja çaran de ye. Bi operasyoneke taybet a Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê êrişê dibe ser sivîlan
Gundiyên Dîbîsê: Dewleta Tirk hem xaka me dagir dike, hem jî ji bo me koçber bike her roj êrişî me dike. -
Li Eyn Îsa di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer derket
Li Eyn Îsayê di navbera leşkerên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer derket. -
Bîlançoya operasyona Holê: 5 jê serçeteyên şaneyan 53 DAÎŞ'î hatin girtin
Li gorî bîlançoya 3 rojan a operasyona Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê meşandin, 53 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Di operasyona Holê de alavên leşkerî hatin bidestxistin
Li Kampa Holê, di operasyona dijî şaneyên DAÎŞ'ê de gelek çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin û alavên leşkerî hatin desteserkirin. -
Dagirkeran êrîşî Şera û Şêrewa dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Eyn Deqne û Bêlûniyê yên Şêrewa û gundê Banê ya Şera yên Efrînê. -
Ji ber teqîna mayînekê li Til Rifatê ciwanek mir
Di teqîna mayînê ya li Til Rifatê de ciwanê bi navê Cûma Fayade mir. -
Operasyona li Kampa Holê: 4 jê payebilind 23 çete hatin girtin
Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Kampa Holê tê meşandin, 4 jê payebilind 23 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Dewleta Tirk sewqiyat kir, hêzên Şamê jî bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker li bakurê Îdlîbê ber bi herêmên bê çek sewqiyat kir. Hêzên Şamê jî li heşt bajarok û gundên Idlibê da. -
Nûrî Mehmûd: Em dixwazin dawî li zîhniyeta DAÎŞ'ê bînin
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd: Li ser agahiya têkildarî hebûna gelek mirovên xetere li Kampa Holê operasyonê dest pê kir. Cihê terorîstan hate tespîtkirin. Operasyon wê nêzî 15 rojan dewam bike. -
Ji kamerayên ANF'ê dîmenê operasyona li Kampa Holê
Bi kamerayên ANF'ê dîmenên ji 'Operasyona Ewlekarî û mirovî' ya li Kampa Holê. -
Li Kobanê bi merasîmek girseyî cenazeyê 7 şehîdan hate veşartin
Cenazeyê 7 şervanên ku li Eyn Îsayê şehîb bûyîn, li Kobanê bi merasîmek ku bi hezaran kes tevlî bûyî spartin axê. -
Fermandar Egîd li gelek bajarên Rojava hate bîranîn
Fermandarê pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ê ku guleya yekem li dijî dewleta Tirk a dagirker teqandî Mehsûm Korkmaz (Egîd), bi çalakiyan li Hesekê, Dirbesiyê û Til Temirê hate bîranîn. -
Operasyona li Holê didome: 9 kes hatin destgîrkirin
Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê li Kampa Holê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek dabûn destpêkirin. Hêzên Ewlekariyê Hundirîn diyar kirin ku endamên çeteyên DAÎŞ’ê jî di nav de wan 9 kes destgîr kirine. -
'Dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe ya li dijî jinên Kurd nîşan da'
Kongreya Star ji bo Çîçek Kobanê ya YPJ'î ya ku dewleta Tirk a dagirker ew revand û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birî, çalakiyek li dar xist. -
'Bi vê pêngavê em dixwazin şêniyên kampê ji belaya DAÎŞ'ê rizgar bikin'
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel QSD, YPG, YPJ'ê ji bo şikandina bandora DAÎŞ'ê ya li kampê, bi navê 'Operasyona Ewlekarî û Mirovî' dest bi pêngavekê kir. Hate ragihandin, armanc ji operasyonê ew e ku şêniyên kampê ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin. -
Li kampa Holê 'operasyona mirovî û ewlehiyê'
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê ya Hesekê, li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kirin. -
Çalakiya kon a li dijî tecrîdê ya li Qamişlo didome
Şêniyên Til Koçer û Çilaxa serdana konê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê Kongreya Star ve hatibû destpêkirin, kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de gel tê cezakirin. -
Li Til Temir 3 çete hatin kuştin
Dewleta Tikr û çeteyên wê êrîş birin ser gundên Til Temir, di şer de 3 çete hatin kuştin. -
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Êrîş hatin têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser gundên Til El Leben û Gozeliyê hatin têkbirin. -
Nasnameya 8 şehîdên Eyn Îsayê hate eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 8 şervanên xwe yên di berxwedana dijî êrişên dagirkeriyê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Li Idlibê hêzên Şamê û çeteyên Enqereyê bi hev ketin
Li başûrê Idlibê di navbera hêzên ser bi hikumeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk şer qewimî. -
Li Til Temirê di navbera QSD'ê û çeteyan de şer qewimî
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Erbaînê yê Til Temirê êriş birin ser gundên Gozêlî û Til Elebanê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersiv dan êrişê û şerekî dijwar li herêmê qewimî. -
Şehîdê QSD’ê Mihemed Davût veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Davûd (Tayland Qamişlo) li Goristana Qamişlo bi merasîmekê veşartin.