DEM Partiyê serdana Dayikên Aştiyê kir

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Dayikên Aştiyê kir.

SERDANA CEJNÊ

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji ber Cejna Qurbanê serdana Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Stenbolê kir. Di serdanê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Wekîla Stenbolê Kezîban Konukçu û gelek jin beşdar bûn. Dayikên Aştiyê di ketina avahiya komeleya xwe jin pêşwazî kirin.

Di serdanê de jinan ku xwestin cejn bibe sedema aştiyê, işaret bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo kirin û peyama ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin dan.