ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen spartin axê
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şervanê xwe Merî Hesen Teqtûq li Goristana şehîdan bi merasîmekê spartin axê. -
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Çarşema Sor bi fermî kir betlane
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Çarşema Sor biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser roja çarşemê betlaneya fermî ye. -
QSD'ê li sê herêman li dijî çeteyan operasyon kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gelek herêman li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyon kir. Hate ragihandin ku 3 çete hatine girtin. -
Nasnameya şervaneke Meclîsa Leşkerî ya Mibicê hata eşerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Mîrî Hesen li Teqtoqê şehîd bûye. -
Li Efrînê teqînek pêk hat
Li Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye teqînek pêk hat. -
Li Efrînê mayîneke Tirkan teqiya, 2 zarok mirin 2 zarok jî birîndar bûn
Li gundê Mezin ê Şerawaya Efrînê mayîneke artêşa Tirk a dagirker teqiya. 2 zarok mirin û 2 zarok jî birîndar bûn. -
Nasnameya du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 endamên xwe yên 5’ê Nîsanê dema ku erka xwe pêk dianîn şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Çeteyên Tirk du sivîlên din ên Efrînê revandin
Çeteyên Cebhet el Şamiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Ezazê 2 welatiyên sivîl ên Efrînê revandin. -
13 kesên ku hewl dan ji Kampa Holê birevin hatin girtin
13 kesan ji Kampa Holê ku çeteyên DAÎŞ'ê û malbata wan lê têne girtin xwestin ku birevin lê bi operasyonekê hatin girtin. -
Leşkerên kirêkirî yên Enqerê dema ku pereyên wan nedan protesto kirin
Komeke çeteyên Enqerê ku li dijî Ermenan şandibûn Qerebaxê ji bo ku paşmêrê wan Tirkiyê meaşê wan neda çalakiya protestoyê kirin. -
Li Tebqayê êriş birin ser rûspiyekî
Li bajarê Tebqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişeke çekdarî birin ser yek ji rûspiyên eşîra El Ecîlê Salih El Hewaş. Salih El Hewaş birîndar bû. -
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 milîsên alîgirên Îranê mirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sûriyeyê 3 milîsên alîgirên Îranê mirine. -
HRE'yê derba giran lê da: 14 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de, 9 jê leşkerên Tirk 14 dagirker hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne. -
Rojînda Dilêr: Dewleta Tirk bi nûçeyên derew şerê taybet dimeşîne
Şervana YPJ'ê Rojînda Dilêr diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet êrîşên xwe didomîne û got, "Ji aliyê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ve nûçeya ku li ser min hatiye belav kirin ne raste. Ez li ser karê xwe me." -
Gulbihar Çiya: Kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye
Ji fermandarên Yekîneyên Antî Teror (YAT) Gulbihar Çiya 'Operasyona Mirovî û Ewlehî' ya ku li Kampa Holê hatibû destpêkirin nirxand û da zanîn ku ew tevahiya cîhanê ji xeteriya ji nû ve zindîbûna DAÎŞ'ê diparêzin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê xendekan dikole -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê giran dike, li aliyê din li dora bajêr jî xendekan dikole. -
Îsraîlê ji hewayî êriş bir ser qadeke nêzî Şamê
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya hikumeta Şamê Sanayê, balafirên şer ên Îsraîlê nîvê şevê bombe li herêma Şamê barandin. -
Dagirkerên ku êriş birin ser Eyn Îsayê, derb xwarin
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş bir ser gundekî. Di şer de derb li wesayiteke leşkerî ya dagirkeran hate xistin. -
Li Kampa Holê 31 çete hatin girtin
Hêzên YAT’ê ragihand ku di 4 rojên dawî de li Kampa Holê 31 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Dagirker êrîşî gundên Şêrewa û Şehba yên Efrînê dikin-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîşî gundên Aqîdê û Bênê yên navçeya Şêrewa û gundê Teanê ê Şehbayê dikin. -
Li Serêkaniyê ya dagirkirî teqînên dijwar
Hate ragihandin ku li başûrêrojhilat ê Serêkaniyê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin ji ber teqînan gelek çeteyên bi ser Enqerê ve hatine kuştin. -
Li Şehbayê ji bo 4 şehîdan merasîm hate çêkirin
Li herêma Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran kesî ji bo 4 şehîdan merasîm hate çêkirin. merasîma 4’şehîdan yên ku di qonaxa duyemîn ya berxwedana Serdemê şehîd bûne li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê hate çêkirin. -
Cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan hate veşartin
Cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan li goristana bajêr a El-Cidêdata Reqayê hate veşartin. -
Pêşî li çeteyên ku dixwestin bi dizî ve êrîşê gundê Seyda ya Eyn Îsayê bikin hate girtin
Hewldana êrîşa bi dizî ve ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Seyda ya Eyn Îsayê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şkandin. -
Li ser gundê Ebûş a Til Temirê êrîşên dagirkeriyê pêk hat
Îro di saetên şevê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi top û hawanan gundê Ebûş a Til Temirê bombekirin.