Li Qamişlo ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya kondanînê

Li Qamişlo ji bo ku balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jê re azadî were xwestin çalakiya kondanînê hate danîn.

Çalakiya kondanînê bi pêşengiya Kongreya Starê li taxa Siyahî li Parka Arî dest pê kir.

Li kon pankarta bi nivîsa, ''Dema azadiya Rêber Apo hatiye'' hate daleqandin.

Endama Lijneya Rêveber a PYD'ê Mizgîn Ehmed di çalakiyê de axivî û got, ''Heta ku parêzer û malbat neçin cem Rêber Apo têkoşîna me wê bidome.''

Ehmed diyar kir ew ê jiyanaeke bêyî Abdullah Ocalan qebûl nekin.

Berdevka Kongreya Star a Qamişlo Şaha Xelîl jî got, ''Heta ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nebe em ê li kuçeyan bin û çalakiyên xwe bidomînin.''

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî Seyîd jî got heta ku Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe ew ê çalak bin.

Piştî nîvro wê bi tevlêbûna Komîteya Dadê û Meclîsa Dadê ya Jinan çalakî wê bidome. Çalakî heta 28'ê Adarê wê bidome.