Ji bo bîranîna Rêber Licê (Engin Dala) ku di 18’ê Çileya 2015’an de şehîd bû û şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros (Kelly Freygang) ku 25’ê Nîsanê şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û DKTM’ê ve hate organîzekirin û Kurdistanî, malbata Rêber Licê û enternasyonalîst tevlî bûn.
Wêneyên Rêber Apo, Rêber Licê û Tîjda Zagros li salona bîranînê hate daleqandin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman axivî.
Şengê Kahraman diyar kir ku berdêl û fedakariyên gelê Kurd ên di têkoşîna azadiyê de bê şip in û anî ser ziman ku bi saya fedakarî û têkoşîna şehîdan têkoşîna azadiyê hatiye van rojan.
Şengê Kahraman diyar kir ku bi qonaxa ku têkoşîna azadiyê hatiye re berpirsyartiyekî mezin ketiye ser milê gel û wiha got: “Ev têkoşîn keda şehîdan e. Bi her şehadetê re berpirsyariya me zêde dibe, erkên me zêde dibe. Em deyndarê fedakariyên wan in. Şehadeta wan barê me girantir dike. Divê em zêdetir bixebitin û têbikoşin.”
Piştî axaftina Şengê Kahraman Endama ÎnsîyatîFA Azadî ji Abdullah Ocalan re Reimar Heider mafê axaftinê girt.
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona li ser bîranîna Tîjda Zagros û Rêber Licê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” “Şehîd Namirin” ve “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.