ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê şehîdên Efrînê bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji ber salvegera dagirkeriya li ser Efrînê daxuyanî da û şehîdên berxwedanê bi bîr anî. -
Yûsûf: Hembêzkirina Harîrî tê wateya pesendkirina dagirkeriya li Efrînê
Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsûf got, “Dema ku Nasir Harîrî çû ba Mesûd Barzanî ev tê wateya plana qedandina Kurdê azad û pesendkirina dagirkeriya Efrînê.” -
Muslim: Heta ku ji Îmraliyê agahî were divê Kurd li ser piyan bin
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim got, ''Heke ji Îmraliyê agahî neyê standin gelê Kurd wê nikaribe xwe ragire û ev ê ji bo her kesî ne baş be. Heta ku hevdîtin werin kirin divê Kurd li ser piyan bin.'' -
TEV-DEM: Heyeteke navneteweyî divê tavilê biçe Îmraliyê
TEV-DEM'ê bal kişand ser îdîayên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê heyeteke navneteweyî tavilê biçe Îmraliyê. -
Li Hesekê û Şamê çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Hesekê û Şamê çalakî hatin lidarxistin. -
Hêzên Ewlekariya Hundur nasnameya endamek xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyarkir ku endamê wan Mihemed Tahir Hemo Osman di dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû. -
Li derdora Eyn Îsayê şerên dijwar diqewime
Hewldana êrîşê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Seydayê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valederxistin. Şervanan wesayîtek leşkerî ya çeteyan îmha kir. -
Li Kolana Cindirêsê ya Efrînê teqînek çêbû
Li Kolana Cindirêsê ya li navenda bajarê Efrînê teqînek bi hêz rû da. -
Li Bakur û Rojhilatê Suriyê şehîdên qetlîama Helepçeyê hatin bîranîn
Kesên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çalakiyan hatin bîranîn. -
Şêniyên Minbicê: Divê malbat û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêkbînin
Welatiyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û gotin: “Divê di demek nêz de Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêkbîne.” -
Parêzerên Herêma Cizîrê: Bila hevdîtina li Îmraliyê tavilê bê kirin
Parêzerên Herêma Cizîrê bal kişandin ser fikarên giran ên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû bang li meqamên hiqûqî kirin ku bi erka xwe rabin û ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê kirin zextê li dewleta Tirk bikin. -
Dewleta Tirk ava çemê Qeremoxê birî
Dewleta Tirk a dagirker sûcekîn din ê şer kir û ava Çemê Qeremoxê birî ku ji Kobanê derbas dibe. Dewleta Tirk her wiha bombe li gundekî Efrînê barand. -
Şervana enternasyonal Hêlîn Qereçox li herêma Firatê hate bîranîn
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox, di salvegera şehadeta xwe de li herêma Firatê bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn. -
Li Kobanê û Tebqayê şehîd bi merasîman spartin axê
Bi merasîmeke girseyî li Kobanê û Tebqayê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şehîdên QSD’ê Abdullah El Elî, Xalid El-Meter û Gerîla Helicê li Goristanên Şehîdan spartin axê. -
Li Qamişloyê li ber avahiya NY’ê çalakî hate pêkanîn
Ji bo di demek nêz de bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hevdîtin were pêkanîn, li ber avahiya NY’ê ya li Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Suriyê çalakî hate pêkanîn. -
Ji ber teqîna guleya topekê li Eyn Îsa zarokek mir
Li Eyn Îsa di encama teqîna guleyek ya topê ya dewleta Tirk û çeteyên wê zarokek 12 salî mir. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregehek ava kir
Dewleta Tirk a dagirker li dora rêya bejahî ya M4 a li Eyn Îsayê di nava hefteyekê de 5 baregeh ava kir. Ji bo baregehan bigihîne hev jî xendek kola. -
Li Baxoza azad jiyanê nû dikin
Şems El Hemût û kurê wê Tamir Haşim El Etawî yên li herêma Baxozê ya Dêrazorê dijîn, li ser axa xwe ya ku ji aliyê QSD’ê hatibû rizgarkirin jiyanê ava dikin. -
Cenazeyên du şervanên YPG’ê hatin veşartin
Şervanên YPG’ê Diyar Arcik û şervanê QSD’ê Ehmed Osman ên ku li ser peywira xwe şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesan cenazeyê wan li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate veşartin. -
PYD'ê ji bo Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir
Meclîsa Giştî ya PYD'ê nerazîbûn nîşanî hikumeta Iraqê da û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YBŞ temsîla îradeya xelkê Şengalê dikin. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên bakurê Minbicê barand. -
TEV-DEM: Em ji bo Êzidiyan û Şengalê seferber bibin
TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî peymana li ser Şengalê da û got, "Ji bo Êzidî karibin li Şengalê bi rengekî azad îradeya xwe bi kar bînin, divê her kes bi her awayî seferber bibe." -
Li Til Berakê şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn
Meclîsa Til Berakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. -
Yekîtiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em zextê li ser Tirkiyeyê bikin
Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafê azadiya tevahî kedkaran e. -
Li ser Kobanê balefirên keşfê digerin
Li ser gundên kantona Kobanê balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker digerin.