Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê çima zêde kir?

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Baz Cindirêsê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan di êrişên 3 rojan de derbên giran xwarin û neçar man ku vekişin.

Ji fermandarên QSD'ê Baz Cindirêsê li ser êrişên rojên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê ji ANF'ê re axivî.

ÇIMA EYN ÎSA

Fermandarê QSD'ê Baz Cindirêsê li ser pira bê ka çima Tirk êrîşê tînin ser Eyn Îsa got,''Eyn Îsa xwedî cihekî stratejîk e. Gelek bajaran bi hev ve girêdide, ji vî alî ve Eyn Îsa ji bo wan girîng e. Ji ber vê êrîşan tînin.'' Cindirêsê bi berdewamî diyar kir gelek êrîşan tînin ser gundên Mieleq, Mişerfe, Seyda û Cehbel, ku ev gund nêzî rêya M4'ê ne û got, ''Ji ber ku nikarin Eyn Îsa dagir bikin, di serî de xwestin ku van gundan dagir bikin û dor lê bipêiçn. Piştî ku bi temamî dorpêç kirin vê carê jî wê bixwazin ku Eyn Îsa dagir bikin. Lê ev hemû hewldanên wan bi berxwedana  hêzên QSD'ê hatin pûçkirin.''

ÊRÎŞ HATIN ŞIKANDIN

Cindirêsê diyar kir 19'ê Adarê êrîş girantir kirin, heta bi gundê Seyda hatine lê bi berxwedaniyeke mezin a hêzên QSD'ê ev êrîş hatine pûçkirin û got, ''Di êrîşên 19'ê mehê de 2 wesayitên zirxî hatine îmhakirin, 15 kes ji wan mirin û gelek jê birîndar bûn. Roja duyan dîsa êrîş anîn. Vê carê jî derbeke giran xwarin. Du wesayitên wan hatin rûxandin, 18 ji wan hatin kuştin. Roja sêyan berê sibehê dîsa êrîş anîne û bi bi berxwedaniya lehengî ya hêzên QSD'ê ev êrîş jî hatin şikandin. Ji mêj ve balafir diçûn û dihatin lê nediavêtin. Lê di vê êrîşê de bi balafirên şer jî êrîş anîn. Lê li gel van hemû hewldanan jî hêzên QSD'ê yek gavê bi paş de neçûn û nehiştin ku ev gun werin dagirkirin.''

Li ser baregehên Tirk ên li ser rêya M4'ê got, ''Ev baregehên leşkerî li hin cihan 1 km û li hin cihan 500 metroyî dûr in. Li hin cihan ev mesafe digıhere. Ji van baregehan armanc ew e ku rêya M4'ê kontrol bikin, çûnûhatina gel kontrol bikin, gel çavtirsanî dikn û nehêle ku bi rehetî rê were şixulandin. Bi vî rengî dixwazin karîgeriya Eyn Îsa kêm bikin.

Cindirêsê bi berdewamî got, ''Rûsya ji bo ku vê kontrol bike, xwedêgiravî ji bo ku pêşî li êrîşên Tirk bigire û kontrol bike bê ka dewleta Tirk wê çendî pêgirê mitebeqata 2019'an bibe bi hevkariya rejîma Baas û bi kontrola Rûsyayê sê cihên çavdêr ên leşkerî danî. Lê piştî avakirina van cihan rewş xirabtir bû. Êrîş zêdetir kirin û hijmara baregeyên leşkerî yên Tirk zêde kirin. Xwedêgiravî ev baregeh ji bo ewlehiya gel hatin danîn lê wek ku êrîşa di 19'ê mehê de hatî dîtin, armanc ne ev e . Gundiyên Seyda û Mieleq vegeriyan gund. Gel lê rawestiya ku vegere. Li ser vê me jî hewl da ku şertan ava bikin ku vegerin. Ji bo ku gel zirarê nebîne û vegere me jî hewl da ku şertan ava bikin û me ev ji Rûsan re jî got, wan jî qebûl kir. Xwedêgiravî gel dema çûyî gund Rûs jî bi wan re çûne gundan. Lê çawa ku ketin gundan bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan. Li gel ku ev êrîş li ber çavê Rûsan çêbû jî, heta êrîş qediyan jî Rûs bêdeng man.''

EM Ê HETA DAWIYÊ XAKA XWE BIPARÊZIN

Cindirêsê bal kişande ser nûçeyên ku organên çapemeniyê yên nêzî rejîma Baas û Rûsan ku beriya bi demekê dabûn, ku dihate gotin QSD wê Eyn Îsa radestî rejîma Şamê bike, got, ''Ev nûçe bi destê Rûsya hate dayin. Helbet ev ne rast bûn û nûçe derew bûn. Lê daxwaza Rûsya ev bû. Gelê me jî, her kes jî xweş pê dizane, QSD li kûderê xwînê birijîne zû bi zû teslîm nake. Armanca Rûsyayê ew e ku rejîma Baas li van deran xurt bike û kontrola qadê bi dest rejîmê ve berde. Helbet di van êrîşan de tiştekî wiha derdikeve holê. Ew jî dibînin ku ti qada me wiha bi rehetî neyê teslîmkirin. Heta ku yek kes hebe berxwedana me wê bidome. Em ê jî heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Ev demeke dirêj e ku êrîş têne ser qada me û ev êrîş didomin. Helwesta me zelal e. Em ê ti caran bi paş ve gav neavêjin. Heta dawiyê em ê li pey soza xwe bin ku me daye gel û her demê em ê li ser rêya şehîdên xwe bin, em ê van xakan biparêzin.''