ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê Suryanî li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî Yeqûb Şabo Yeqûb ku ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişloyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê ya dagirkirî bi hev ketin. Hate ragihandin ku çeteyan gelek ji hev kuştine. -
Kongreya Star li pêş ‘Mala Rêbertî’ bang kir: Em ê têkoşînê mezintir bikin
Kongreya Star a li pêşiya mala ku pêvajoyekê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan lê dima daxuyanî dayî, teqez kir ku wê têkoşînê mezin bikin. -
Cenazeyê şehîd Zinar Efrîn, bi merasîmekê li Helebê hate veşartin
Cenazeyê Zinar Efrîn ê ku roja 16’ê Nîsanê li ser rêya Hesekê-Dêrazorê hatî qetilkirin, li Helebê bi merasîmekê hate veşartin. -
Şermezarkirina êrîşa li ser mala ku Abdullah Ocalan lê mabû didome
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê diyar kir ku êrîşa li ser mala li gundê Elpelûra Kobanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de lê mabû, tê wateya ku nirxên gel dibe hedef. -
Cenazeyê şehîd Alan Bênê li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin
Alan Bênê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd ket, cenazeyê wî îro li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Hikumeta Şamê wê 26'ê Gulanê hilbijartinên serokkomariyê li dar bixe
Hikumeta Şamê wê 26'ê Gulanê hilbijartinên Serokkomariyê li dar bixe. -
Şehba û Til Rifat çima mijara bazar û şantajê ne?
Şehba ku ji 100 hezarî zêdetir Efrînî lê dijîn hem ji bo Rêveberiya Xweser, hem ji bo dewleta Tirk, Şam û Rûsyayê bi girîngiyeke stratejîk e. -
Li Şihêlê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
QSD’ê diyar kir ku wan li bajaroka Şihêlê ya Dêrazorê operasyonek kirine û çeteyekî DAÎŞ’ê girtine. -
Êrîşa li dijî ‘Mala Rêbertî’ hate protestokirin
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî ‘Mala Rêbertî’ hate protestokirin. -
HRE: 8 çete hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn
HRE’yê ragihand di çalakiyên di navbera rojên 8-14’ê Nîsanê yên li Efrîn û Babê lidar xistin de, 8 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûne. HRE’yê diyar kir ku 16’ê Nîsanê jî şervanê wan Alan Bênê jî şehîd ketiye. -
Li navçeya Şêrewa mayînek teqiya: 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn
Di encama teqîna mayîn berê li ser rêya gundê kluteyê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê hatibû bicihkirin, 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn. -
Dagirkeran goristana Êzidiyan a li Efrînê talan kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Cindo yê Şerayê, Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyan talan kir, darên li derdora goristanê birîn. -
Li Kobanê mala ku Abdullah Ocalan lê mabû hate bombekirin -NÛ BÛ
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li dijî mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû êrişeke hewayî hate kirin. -
QSD'ê li Reqayê 10 çeteyên DAÎŞ'ê girt
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê avêt ser hucreyeke DAÎŞ'ê ku amadekariya êrişê dikir. Di encamê de 10 çete hatin girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li 2 gundên Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi tank û obusan bombe li du gundên navçeya Şera ya Efrînê barand. -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Salim veşartin
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Ebdulezîz Salim ku dema li navçeya Tirbespiyê li ser erka xwe bû li Hesekê bi merasîmekê veşartin. -
Li Hesekê serçeteyeke DAÎŞ’î hate girtin
QSD’ê bi operasyoneke ya li Hesekê şaneyeke DAÎŞ’ê li têk bir, serçeteyekî DAÎŞ’î girt. -
Necah Hisên: Ji bo Rêber Apo em ê dengê xwe bilindtir bikin
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Şehbayê Necah Hisên diyar kir, jinên Şehbayê piştî ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirine, têkoşîna xwe geştir kirine. -
Li Reqayê ji ber teqîna mayinan 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
Li herêma Reqayê ya Bakur-Rojhilatê Suriyê ji ber teqîma mayinên çeteyên DAÎŞ'ê 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
QSD'ê li Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir
QSD'ê bi beşdariya yekîneyên taybet li Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir. -
Yekîneyên Rûs li Şehbayê vegeriyan
Hate ragihandin, yekîneyên Rûs ên ku 13'ê Nîsanê ji nuqteyên xwe yên li Şehbayê vekişiyan, vegeriyane. -
Êzîdiyên Efrînê cejna Çarşema Sor a îsal li malê pîroz dikin
Êzidiyên Efrînê yên li herêma Şehbayê, ji ber tedbîrên dijî vîrûsa koronayê cejna Çarşema Serê Nîsanê ya îsal li malê pîroz dikin. -
Dewleta Tirk bombe li Şehba û Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Şehba û Şerayê barand. Li Şehbayê du leşkerên ser bi hikumeta Şamê birîndar bûn. -
Yekîneyên Rûsya ji Şehbayê vedikişin!
Di saetên sibehê de yekîneyên Rûsya ji gelek nûqteyan vekişiyan, ragihand ku wê ji Şehbayê derkevin.