Şehîd Beşar Enwer Xelîl veşartin

Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şehîd Beşar Enwer Xelîl li Minbicê bi merasîmekê veşartin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Minbicê, karwaneke girseyî ji pêş Nexwexaşeya Firatê ber bi Goristana Şehîdan a rojavayê bajêr kete rê.

Li goristanê şênî deqeyeke rêz girt û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmek leşkerî lidar xistin û piştre ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan wiha got: "Serê malbatê sax be û rola şehîd di rizgarkirina Minbicê de ya mezin e. Şehîd beşdarî gelek hemleyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû."

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesnaa Zahir wiha axivî: "Şehîdan dîrok afirand û efsaneyên qehreman ji bo parastina xak û welat nivîsandin."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbicê, Hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê Suhêl Walî jî wiha got: "Divê em fikirên şehîdan belav bikin û li ser şopa wan a parastina wela bimeşin."

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Minbic û Gundewarên wê, hevserokê Komîteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq Maşî axivî û îşaret bi rola şehîdan a neşxekirina pêşerojê kir  û got divê ew parastina destkeftiyan bikin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cemîle Îbrahîm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û piştre cenazeya şehîd di nava telîliyên dayikan û silavkirina şehîdan de veşartin.