Şehîdên Eyn Îsayê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê şervanên QSD'ê Murad û Hebeş ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Sêvdar hatin veşartin û di merasîmê de nasnameya şehîdekî hate ragihandin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyên şervanên QSD'ê Hisên El Îsa (Murad) û Hisên Hebeş (Hebeş) ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat a Rojhilatê Reqayê hatin veşartin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD'ê Îbrahîm El Elî ragihand.

Girse ku li qada Selam a aliyê bakurê bajarokê El Keramayê kom bûn pêşwaziya cenaze kir û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristanê ve ketin rê.

Li Goristana Şehîd Sêvdar merasîmeke hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Salih El Boş axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi saya van şehîdan em azad bûn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne. Ji bo şehadetê em hemû amade ne, em ê xeta şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, endamê partiyê yê nivîsgeha El Kerama Feysel El Beyrem axivî, bal kişand li ser berdêlên ku QSD'ê ji bo parastina herêmê dane û wiha got: "Em bi saya we li vir dijîn, em fedekariyên we ji bîr nakin û em Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."

Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a El Kerama Îbtîsam El Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanan cenazeyê şehîd Murad û Hebeş di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" de spartin axê.