Serdanên cejnê yên di navbera partiyan de didomin
YRP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kirin.
YRP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kirin.
Serdanên Cejna Qurbanê yên di navbera partiyan de didomin. Partiya Yenîden Refah (YRP), Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) û Partiya Saadetê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) kirin.
Şandeya YRPê ya ku ji Cîgirê Serokê Giştî Selçûk Gevyeli, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî Abdulhamît Adak û Serokê Rêxistin û Plansaziya Şaxa Ciwanan Feridun Demîrcî pêk dihat serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Şandeya YRP’ê ji aliyê Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî, endamên Meclisa Partiyê (PM) Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan ve hat pêşwazîkirin. Selçûk Gevyeli di serdanê de serdanê de axivî û diyar kir ku têkilî û hevdîtinên dawî hêvî daye wan.
Mehmet Ruştu Tîryakî wiha got: "Xebata ku li parlamentoyê were kirin wê ji civakê piştgiriyek mezin bigire. Xebata komîsyonê jî girîng e. MHP’ê projeyên xwe yên li ser komîsyonê pêşkêşî me kirin. Piştgiriya civakî jî pir zêde ye û her çiqasî MHP berê li dijî vê pêvajoyê bû jî, niha alîgirê wê ye."
Şandeya Partiya Saadetê ya ku ji Cîgirê Serokê Giştî Abdullah Akin, Cîgirê Serokê Giştî û Parlamenterê Bursayê Mehmet Atmaca û endamê Şaxa Ciwanan a GMKYKê ya Rêveberiya Giştî Mustafa Oguzhan Kutluca pêk dihat serdana DEM Partiyê kir. Abdullah Akin di serdanê de axivî û anî ziman ku divê hemû pirsgirêkên welêt bên çareserkirin.
Şandeya Partiya DEVA’yê ya ku ji Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Erdogan, Sekreterê Giştî Yusuf Turkmen û Cîgira Serokê Giştî Buşra Sakinmaz pêk dihat sedana DEM Partiyê kir. Mehmet Erdogan li ser navê şandeyê axivî û got, "Ev cejn cejnek e ku hêviyên me yên ji bo pêşerojê geş dibine. Tirkiye di qonaxek girîng a siyasî de ye. Em dikevin serdemek ku welat wê di warê mafên mirovan û edaletê de bi xwişk û biratî bijî. Em pêvajoyek girîng dijîn û hemû partiyên me yên siyasî û welatiyên me piştgiriyê didin pêvajoyê. Wekî Partiya DEVA’yê heta. ku ji destê me tê em ê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ev derfetek pir girîng e. DEM Partî jî hemû berpirsiyariyên xwe ji bo başiya welêt pêk tîne."