Li Tirbespiyê coşa Newrozê

Li Tirbespiyê di pîrozbahiya Newrozê de hate diyarkirin ku meşaleya Newrozê rêya azadiyê ronî dike.

Newroza navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi pêşandanên hunerî ji hêla komên Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeyê ve dest pê kir.

Şahiya Newrozê vê sibehê li Bendava Mizgeftê ya bakurê rojhilatê navçeyê dest pê kir û agirê Newrozê bi destê dayikên şehîdan hate dadan.

Di şahiyê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd axivî û Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Çiya Kurd wiha got: "Cudahiya Newroza îsal ew e ku tevahî pêkhate beşdar bûne û ev jî nîşane ye ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorê yek e, destpotî û zulmê ji vir û pê ve qebûl nakin."

Bi nave Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) sekreterê Partiya Roj a Demokratê Kovan Keno da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser dişibe boneya Newrozê, têkbirina zulm, destpotî û jiyana birûmet û azad û rizgarkirina tevahî herêman ji terorê.

Keno diyar kir ku garantiya mafên tevahî gelên ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Çeçen, Ermen, Misilman, Xiristiyan, Êzidî û yehûdî di projeya Rêveberiya Xweser de ye û piştrast kir ku pêwîst e diyaloga di navbera Kurdan de bi ser bikeve û ji bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ked were dayîn.

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî ku destpêkirina cejna Newrozê li gel Kurdan û Ekîto li gel Suryan û Asûran nîşaneya vejîna azadiyê ji gelan re ye û serkeftina li dijî terorê ye, ew yek jî bi saya bi hezaran şehîd û berxwedana gewre ya QSD’ê ye.

Nezîra Gewriyê bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û piştrast kir ku ew di projeya xwe de heta avakirina Sûriyeke demokrat a pirrengî ji tevahî Sûriyeyan re berdewam in.

Di şahiyê de koma Şehîd Fedekar a Navenda Hêzil a Çand û Hunerê stran û şano pêşkêş kirin û koma Koçerat stranên folklorî û koma Şehîd Xebat jî stran pêşkêş kirin.