Jina ku bi bombebarana dewleta Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Zehra Salih El Semoo ku di bombebarana dewleta Tirk de ya li ser Eyn Îsa bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Di eynî êrîşê de zarokekî 13 salî jî jiyana xwe ji dest dabû.

Welatiya bi navê Zehra Salih El-Semoo (25) ku îna borî di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundê El-Hediryat de birîndar bûbû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker gundê El-Hediryat ê girêdayî Eyn Îsayê topbaran kiribû, di encamê de zarokê bi navê Mehmûd El-Xelîl (13) şehîd bû û Necîb Îbrahîm Himêdî, Ezîze Cexêdim, Îman El-Semoo û Zehra El-Semoe birîndar bûbûn. Zehra vê sibehê ji ber ku birînên wê giran bûn, jiyana xwe ji dest da.

Dagirkeriya Tirk ji 17`ê mehê ve topbarana li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundên wê zêde kiriye. Di heman demê de çeteyan hewl dan gundên Seyda û Mielek ên bakur û rojavayê navenda navçeyê dagir bikin.

Lê belê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldanên çeteyan têk bir. tevî peymana agirbestê ya 2019`an li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêkh hatiye jî, garamtorê Rûs li hemberî binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk ên ji beriya çend mehan ve bêdeng e.