Li Gundê Mûelekê 3 dagirkerên din jî hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku vê sibehê di pevçûnên li Eyn Îsa de 3 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev hûrguliyên jêrîn da:

"Me îro derbarê pevçûnên li herêma Eyn Îsa serê sibehê daxuyaniyek dabû. Çeteyên dewleta Tirk ên ku di pevçûnan de derbên giran xwarin, dema ku xwestin cenazeyên xwe paşde bistînin hewl dan êrîşan pêk bînin. Hêzên me li dijî van êrîşan li derdora gundê Mûelekê bi çalakiya sabotajê bersiv dan. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Cenaze û alavên wan ên leşkerî di bin kontrola hêzên me de ne.

Pevçûnên li herêmê dem bi dem berdewam dikin, bomberdûman didome.”