Çiya Kurd: Heke têkoşîn neyê kirin dagirkeriya Tirk wê mayinde bibe

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, heke gelên Sûriyê tênekoşin wê dagirkeriya Tirk mayinde bibe.

Têkilî pêşnûmeya Parlamenta Ewropayê ya bi navê ''Şerê Sûriyê-10 Salên Piştî Raperînê'', ku tê de heyina Tirkiyê ya li Sûriyê weke dagirkerî hatibû qebûlkirin û hatibû xwestin ku Tirkiye leşkerê xwe ji Sûriyê bikişîne, Kurd diyar kir ew vê helwesta Parlameneta Ewropayê di cih de dibînin û destekê didinê û vê wek çareseriya siyasî ya Sûriyê dibînin.

Kurd got, ''Rewşa dagirbûna Sûriyê li pêşiya çareseriya pirsa Sûriyê dibe asteng. Heta ku beşek ji Sûriyê dagirkirî be û ew hêz li vir be ne pêkan e ku çareya siyasî çêbibe. Çareya siyasî bi dawîlêhatina dagirkeriyê dibe. Divê her kes vê bizanibe û li gorî vê bixebite.

Bi dagirkeriyê re çareya siyasî nabe. Heke dagirkerî bi dawî bibe ev ê çareseriyê jî bîne. Heke vîneke navnetewî derkeve holê û ji bo çareseriyê biryarê li ser bidawîbÛNa dagirkeriyê bide em bawer in wê bi dawî bibe.''

Di pêşnûmeya navborî ya Parlamentoya Ewropayê de hatibû gotin, ''QSD hevalbendê me ye'', têkilî vê jî Kurd bi bîr xist ku Koalîsyona Navnetewî ku ji 79 welatan pêk tê QSD'ê weke hevalbend û hevkar dibînin û 5 salan bi hev re dijî terorê têkoşîyane, ji vî alî ve destkeftiyên girîng ên leşkerî çêbûne û got, ''Bi têkoşîna ku hatî dayin ji bo ku ev destkeftî mayinde bibin êdî divê qebûlkirineke siyasî çêbibe. Divê bi Rêveberiya Xweser re diyaloga siyasî çêbibe. Bi Rêveberiya Siyasî re heta ku diyaloga siyasî çênebe û ji hêla siyasî ve neyê qebûlkirin di serî de welatên Koalîsyonê, ev tê maneya ku wê aramiyeke mayinde ya siyasî çênebe. Dijî terorê destkeftî ji bo ku mayin bibe divê rêveberiya siyasî û îdarî ya Rêveberiya Xweser were naskirin. Bi fermî were dîtin. ''

Li ser civîna Tirkiye-Qatar-Rûsya ya 11'ê Adarê jî Kurd diyar kir hewldana Tirkiyê û Rûsyayê ya ji bo welatên Ereb tiştekî nû ye, nexasim piştî ku ji Cinêv û Astanayê ti encam nestandin rêbazên xwe û siyaseta xwe dîsa dane ber xwe û got. Kurd got, ji bo ku Îran a di nav mekanîzmaya Astana de wer dûrixstin DYE-Israîlê zext li ser Tirkiyê û RûsyaYê kiriye, xwestin ku hin welatên Ereb tevî nav vê mekanîzmayê bikin û xwestin ku Qatarê ku destekê dide îslama siyasî tevî nav vê bikin. Kurd got, ''Qatarê her carê komên 'muxalîf' êm li Sûriyê fînanse kiriye. Bi ser de çêbûna komên Îslama siyasî yên li Sûriyê jî ji hêla Qatarê ve tê fînansekirin. Careke dî ji bo van koman dixwazin ji fînansoriya Qatarê sûd werbigirin.''

Kurd bi domdarî diyar kir Rûsya dixwaze rejîma Sûriyê li ser piyan bimîne, bi maliyeya Qatarê biryar li ser dane ku xwe bigihînin herêmên  Sûriyê, hewl didin rejîmê li ser piyan bihêlin û got, ''Careke dî jî li dijî Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk helwesta xwe nîşan dan. Bi ya me ev siyaset û helwest wê neyê qebûlkirin .Careke dî diyarbû ku tifaqa van sê aliyan ne ji bo çareseriya pirsa Sûriyê ye û ne di berjewendiya gelên Sûriyê de ye.''

Kurd her wiha got, ''Careke dî dixwazin dijî Rêveberiya Xweser raya giştî çêbikin, li dijî qadên Rêveberiya Xweser dixwazin dijminatiya Erban geş bikin. Ev tifaq xizmetê nade gelên Sûriyê.''

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser dagirkeriya Tir a li Bakur-Rojhilatê  Sûriyê got, ''Dewleta Tirk her kûdera dagir kiribe dixwaze vê mayinde bike. Ti siyaseta wê ya ku bi paş ve bikişe nîne.''

Kurd bi berdewamî diyar kir Tirkiye ne ku tenê Sûriye dagir kiriye, her wiha beşek jı Iraqê jî dagir kiriye, hêzên xwe şandine Libya, Azerbaycanê, bi xeyala Împaratoriya Osmanî tevdigere û li Rojhilata Navîn xwe rêxistinî dike.

Çiya Kurd got, ''Baregeh û cihên kontrolê yên ku li Serêkaniyê û Girê Spî danîn nîşan dide ku dagirkerî mayinde ye. Li herêmên ku dagir kirine sîstema îdarî datîne. Tiştên ku li qadên perwerdehî û aborî têne kirin nîşan dide ku dewleta Tirk li wir dixwaze mayinde be. Ne îşê ku di nav 1-2 salan de vekişin. Ji ber vê jî divê her kes li dijî vê hişyar be û bêdeng nemîne. Cîhan heke li bara vê rewşê bêdeng bimîne, heke gelên  Sûriyê li dijî dagirkeriyê tênekoşe, ev dagirkeriya Tirk wê mayinde bibe û ti caran lê nefikire ku ji xaka Sûriyê derkeve.''