'Em ê yekîtî û serketina Baxozê ya 23'ê Adarê mezintir bikin'

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Baxozê got, "Piştî ku şervanên QSD'ê 23'ê Adara 2019'an bajar rizgar kirin, piraniya şêniyên herêmê vegeriyan xaka xwe. Niha 45 hezar kes li herêmê dimînin."

Di 23'ê Adara 2019'an de dawî li hebûna DAÎŞ'ê ya li ser xaka Sûriyeyê hate anîn. Roja azadkirina Baxozê ye ku keleha dawî ya DAÎŞ'ê bû. Bi berxwedan û fedakariyeke mezin a şervanên YPG û YPJ'ê bajar hate rizgarkirin. Li vî bajarî niha aramî û ewlehî heye.

Hevserokên Meclîsa Sivîl a Şehîd Selîm El Abd Alla ya Baxozê Madlîn Abdûrrahman û Salîm Mûhammed Xelef, bi wesîleya salvegera 2'emîn a rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAÎŞ'ê ji ANF'ê re axivîn.

BANDORA SERKETINA BAXOZÊ

Salim Mûhammed Xelef bal kişand ser bandora serketina 23'ê Adarê û got, "Me gelekî zilm û zordarî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê dît. Piraniya xelkê Baxozê ji ber zilma DAÎŞ'ê neçar man ji cih û warê xwe koç bikin. Baxoz hatibû valakirin, hema bêjin tenê malbatên çeteyên DAÎŞ'ê diman. Di 23'ê Adara 2019'an de piştî ku şervanên QSD'ê bajar rizgar kirin, piraniya şêniyên herêmê li warê xwe vegeriyan. Niha li herêmê 45 hezar mirov hene."

Salim Mûhammed anî ziman ku piştî serketina Baxozê di 1'ê Çileya 2020'î de Meclîsa Sivîl a Şehîd Selîm Al Abd Alla ya Baxozê hate avakirin û got, "Şaredarî hate avakirin û karê jinûve avakirina bajêr bi lez dest pê kir. Ji bo peydakirina pêwîstiyên gel karekî mezin hate kirin. Niha li herêma me 18 komun hene. Komun ji bo pirsgirêkên gel çareser bikin hewl didin. Sîstema hevserokatiyê hate avakirin. Li her komun û saziyê sîstema hevserokatiyê heye. Jin tevlî kar bûn. Em ji vê rewşê gelekî razî û kêfxweş in."

'23'Ê ADARÊ ROJA JINÛVE BÛYÎNA ME YE'

Salim Mûhammed Xelef got, "Niha li herêmê ewlehî û aramî heye. Li Baxozê 8-9 eşîrên Ereb hene" û diyar kir, ku gotin û jiyana her kesî, hêza her kesî hevpar e û ev yek wê bi vî rengî dewam bike.

Salim Mûhammed Xelef 23'ê Adarê weke roja jinûve bûyîna wan pênase kir û got, "Ji bo ev xak azad bibe bi dehan şervanên QSD'ê xwe feda kirin. Em minetdarê wan e. Em ê vê serketina ku di encama têkoşîna wan de hate bidesxistin xurtir bikin."

'EM JI ZILMA DAÎŞ'Ê RIZGAR BÛN'

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Şehîd Selîm El Abd Alla ya Baxozê Madlîn Abdûrrahman jî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê dema li Baxozê bû jinan nekarî tiştekî bikin.

Madlîn Abdûrrahamn got, "Nikarîbûn ji mala xwe jî derkevin. Dibûn hedefa tundî û zilma DAÎŞ'ê" û wiha dewam kir, "Em niha azad in û dikarin xwe di nava civakê de îfade bikin. Jin ji vê rewşê gelekî hêzê werdigirin. Şehîdan û fedayiyên ku ev rewş afirandin bi rêz bi bîr tînim."

Madlîn Abdûrrahman got, "Em ê vê yekîtî û serketina ku bi berdêlên mezin hate afirandin dema bê hîn mezintir bikin."