Foza Yûsif di Newroza Dêrikê de axivî: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek

Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Dêrika Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû û bang li rêxistinên Kurdistanî kir ku bibin yek.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza di pîrozbahiyê Dêrikê de axivî û Newroz li gelê çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Foza Yûsif got: “Bi serbilindî em vê rojê li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Newroza 2021’an Newroza gelên bindest e.”

Foza diyar kir ku li ser vê xakê bi saya Rêveberiya Xweser, li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin. Foza bal kişand ser serhildana hêzên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, serhildana YPG/YPJ’ê li eniyên şer û serhildana girtiyan a li zîndanên faşîstan û gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe.

‘DÊ NEKARIN ÎRADEYA ME BIŞIKÎNIN’

Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê careke din li ser vê xakê li dijî faşîzm û dagirkeriyê serî hilda û wiha dewam kir: “Em ji dijmin re dibêjin, bi destgîr kirina siyasetmedaran û înkarkirina gelê Kurd û bi dawîkirina dan û standinan, tu wê nikaribî îradeya me bişkênî. Divê hikumeta Şamê îradeya vî gelî nas bike, mafên gelê Kurd û gelên herêmê bipejirîne û di destûra Sûriyê de misoger bike. Divê ev gelê berxwedêr di Sûriyeya pêşerojê de xwedî biryar û nêrîn be.”

Foza Yûsif her wiha bi bîr xist ku siyaseta nîjadperestî û paşverûtiyê Sûriyeyê ber bi aloziyeke nû ve dibe. Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriya pêşerojê ya azad, demokratîk û li ser esasê demokrasî û Rêveberiya Xweser.

YEKITIYA NETEWEYÎ

Foza Yûsif da zanîn ku îro roja yekitiya neteweyî ye û wiha dewam kir: “Divê rêxistinên Kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê daxwazên gelê Kurd ên yek kirina refa Kurdî pêk bînin, bi pey lîstok û komployên dijminan nekevin. Divê em bibin yek û xwe wekî hêzekê li ser dijminên xwe ferz bikin.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hevkariya bi dijmin û dagirkeran re gef û xetereyeke mezin e li ser yekitiya neteweyî û ji ber vê divê her kes li hemberî gel bi berpirsyar be û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne.”

Foza Yûsif teqez kir ku bi îrade û israrê ew ê Newroza 2021’an bikin Newroza gelan, Rêveberiya Xweser û jinan û wiha got: “Gelê Kurd mizgîniyê dide gelên Rojhilata Navîn ku em ê li ser vê xakê jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin. Ev biryara me ye heta dawiyê ye.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: “Newroz, Newroza Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de ye.”

Her wiha Newroz li şervanên QSD, YPG/YPJ’ê û li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir.