Li Efrîn a dagirkirî pereyê Sûriye hate qedexekirin

Li Efrîn a dewleta Tirk dagir kiriye, bikaranîna pereyê Sûriye qedexe kir.

Li Efrîn a ji Adara 2018’an ve bi awayekî sîstematîk sûcên şer, dizî û guhertina demografî lê tê kirin, pêkanînên nû di dewrê de ne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, saziya mêtinger a bi navê ‘Meclîsa Xwecihî ya Efrîn’ serdana esnafan kir û ragihand ku bikaranîna pereyê Sûriye qedexe ye.

Hate ragihandin ku ev pêkanîn ji 19’ê Adarê û vir ve ketiye meryetê. Meclîsa mêtinger a ku dewleta Tirk ava kirî, ji bo yên pereyê Sûriye bikar tîne jî gefa 1000 TL pereyê Tirkiye ceza lê bibirin, kirin.

Di Hezîrana 2020’an de Lîreyê Tirkiye bi rêya PTT’ê derbasî Efrînê hatibû kirin û gel teşfîqî bikaranînê kiribûn.