QSD: Li Eyn Îsa 37 çete hatin kuştin, 18 birîndar bûn

QSD: Di encama berxwedana 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya (QSD) li ser encamên şerê 19-21’ê Adarê ya li Eyn Îsa û  gundewarên wê û dîsa daxuyaniyên ji aliyê Tirkiye ve tên kirin, daxuyaniyek da û bal kişand ser encam û bûyerên ku qewimîn.

QSD’ê ragihand ku di şerê 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Her wiha QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk sivîl kirine hedef, zarokek jiyana xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûn.e QSD’ê anî ziman ku di tevahî şer de 4 şervanên wan şehîd û 3 jî birîndar bûne. Li aliyê din QSD’ê destnîşan kir ku divê ji daxuyanî û agahiyên çapemeniya Tirk parve dikin neyê bawerkirin û dûr in ji rastiyan.

QSD’ê li ser êrîş û bersivdayînên QSD’ê û encamên şer ev agahî da:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa rewa bidin nîşandan daxuyaniyên  wekî ku yekineyên me li hember wan çalakiyan dikin û windahiyên giran didin, diweşînin. Ti têkiliyên wan daxuyaniyan bi rastiyê ve tine ye, yên ku êrîş dikin û di wan êrîşan de windahiyên giran didin ew in. Dewleta Tirk bi daxuyaniyên bi vî şeklî ve windahiyên xwe vedişêre û rastiyê berovajî dike.

Herî dawî di navbera rojên 18-20’ê Adarê de, artêşa dagirker û çeteyên wê li hember rêya M4 û bakurê Eyn Îsa êrîşên dijwar lidar xistin. Hêzên me li hember wan êrîşên ku hem bi çekên giran, hem jî di bejahî de hatin lidarxistin, berxwedaniyek bih eybet pêş xistin û bi ruhê Newrozê êrîşên dijmin vala hatin derxistin.

Encama şerê 3 rojan wiha ye;

Li roja 19’ê Adarê êrîşên ku li hember gundên Seida û Mealîk hatin kirin, di encama bersivdayina hêzên me de bê encam man. Di encama şer de 16 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Her wiha panzerek hat ruxandin. Dewleta Tirk bi çekên giran gelek cihên sîvilan kirin hedef. Di encama topbaranan de zorokek jiyana xwe ji dest da, 5 welatî jî brîndar bûn.

20’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê ku di şer de windahiyên giran dabûn, herêmê bi tank, obus û hawanan topbaran kirin û cardin êrîşên bejahî lidar xistin. Di encama bersivdayina hêzên me de li gundê Seida 10 çete hatin kuştin, 4 çete brîndar bûn, li gundê Mealîk jî 8 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Herwiha 2 doçka û 2 panzer hatin ruxandin û 2 panzer jî hatin derbkirin.

Heman rojê hêzên me li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

21’ê Adarê artêşa dagirker gundên Mişêrfa, Seida, Mealîk, rêya M4 û derdora Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kirin. Heta saetên nîvro cih bi cih şer berdewam kirin.

Di encama berxwedana 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Di êrîşên topbaranan de zarokek jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî brîndar bûn.

Daxuyaniyên di derheqê wan 3 rojan de ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye weşandin, behsa gelek windahiyên me tê kirin. Ev yek ne rast e.

Di wan şerê 3 rojan de 4 rêhevalên me şehîd ketin, 4 rêhevalên me jî brîndar bûn.”