QSD’ê li ser êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Eyn Îsa daxuyanî da

QSD’ê ragihand ku 23’ê yê Adarê di saetên şevê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê gundê Dibis ya Eyn Îsa ve êrîş kirin û li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê şerek dijwar qewimî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrîşa artêşa Tirk a dagiker û çeteyê wê ya şeva 23’ê Adarê daxuyaniyek da û agahî parve kir.

QSD’ê ragihand ku êrîşa artêşa Tirk û çeteyê wê hatiye valaderxistin, kuştî û birîndarên çeteyan nehate zelalkirin.

QSD’ê anî ziman ku di şer û bomberdûmanên li herêmê de 7 şervanên wan şehîd bûne. Li aliyê din QSD’ê destnîşan kir ku li ser mijarê ji çapemeniya şerê taybet a Tirk divê neyê bawerkirin, agahiyên tên dayîn ne rast in.

QSD’ê li ser mijarê ev agahî parve kir.

“Roja 23’ê Adarê di seetên şev de artêşa dagirker û çeteyên wê ji aliyê gundê Dibis ya Eyn Îsa êrîşek dan despêkirin. Hêzên me bersivê vê êrîşê dan û li derdora gund şerek dijwar qewimîn. Ev êrîşa ji bejahî ve hate kirin hate valaderxistin. Li ser vê yekê çeteyên dagirker herêmê bi çekên giran û bi balafirên keşfê bombebaran kirin. Di şer de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin. 7 rêhevalên me di encama bombebaranan de gihiştin şehadetê.

Hejmara ku di derheqê windahiyên me de, di çapemeniya şerê taybet a Tirk de derbas dibin ne rast in.”