Dewleta Tirk a dagirker dîsa Eyn Îsa bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker derdora bajêr a Eyn Îsa û rêya M4'ê pîroz kir.

Li gorî agahiyên ku hatiye standin saet li derdora 08:30'an dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Eyn Îsa û rêya M4'ê bombek ir.

Dewleta Tirk şeva şemiyê jî bi balafirên şer Eyn Îsa bombe kiribû.

Tevahiya şevê êrîşên li ser gundên Seyda û Muelekê domandibû, piştî ku hêzên QSD'ê bersiv dabûn êrîşên Tirk şer derketibû. Diyar bûbû ku hêzên QSD'ê wesayiteke çeteyan ku doçe li ser hatibû edilandin, rûxandibûn.

QSD'ê bi çalakiya sabotajê bersiv da êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Muelekê, 3 çete hatibûn kuştin û 2 jê birîndar bûbûn.

Li gorî QSD'ê di şerê 18-19'ê Adarê de li dora gundê Seyda 10 çete, li gundê Muelekê jî 8 çete hatibûn kuştin.