Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bi tevlêbûna Efrîniyan li Şehbayê Newroz hate pîrozkirin

Efrîniyên ku neçar mabûn koçî kantona Şehbayê bikin, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê pîrozbaniya Newrozê li gundê Elûşa yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê Newrozê  hate guhdarkirin.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî, Newroz li tevahî berxwedêrên li hemberî zilmê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Agirê Newrozê dê planên dagirkeran têk bibin, di vê roja dîrokî de ya ku berxwedanê di nava xwe de digire em soza xwe ya rizgarkirina Efrîn û xaka Şehbayê dubare dikin."

Şîraz Hemo got, pêxistina meşaleya Newrozê destpêka têkbirina terorê ye.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Hesen Koçer jî di pîrozbahiyê de axivî û got:  "Berxwedan heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikarin îradeya me bişkînin û me têk bibin. Hemû îmkanên me ji bi rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriyê ne."

Koçer di berdewama axaftina xwe de got: "Em nikarin bêjin ku em azad in heta em Efrînê rizgar bikin, ji 3 salan ve şêniyên me li Şehbayê li ber xwe didin, derewên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî eşkere dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng e. Divê zextê li Tirkiyê bikin da ku wê ji Efrînê derxînin."

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Divê em asta têkoşîna xwe bi heman îrade û baweriya ku çavkaniya wê di hundirê her Efrîniyekî de ye, bilind bikin da ku dagirkeran biqewitînin."