Li Reqayê tecrîd protesto kirin

Li Reqayê ji bo tecrîd bi dawî bibe, malbat û parêzer biçin Îmralî hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, çalakiyek hate kirin.

Li gundê El Kesrat a Reqayê, Meclîsa Perwerdehiyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, malbat û parêzer biçin Îmralî çalakiyek kirin.

Çalakiya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, endamê Meclîsa Perwerdehiyê ya Reqayê Besam El Hemed axivî û îşaret bi wê yekê kir ku dixwazin li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bigirin. Hemed diyar kir ku divê parêzer û malbat biçin Îmralî û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Heta ku rewşa Rêber Ocalan zelal nebe wê çalakiyên me bidomin.”

Hevseroka Meclîsa Perwerdehiya Reqayê Aliya El Silêman jî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, şermezar kir, diyar kir ku ya tê kirin, dixwazin projeya netewa demokratîk tine bikin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.