PYD: Em ê bi ruhê Newrozê bajarên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin
PYD’ê derbarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em sozê didin ku em ê bi ruhê agirê Newrozê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”
PYD’ê derbarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em sozê didin ku em ê bi ruhê agirê Newrozê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”
PYD’ê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da. PYD’ê tekez kir ku meşaleya Kawayê Hesinkar a ku pê zilma Dehaq têk bir, heta niha di rihê gelê Kurd ku berpirsyariya hemû pêkhateyên Sûriyê girtine ser milê xwe, pêxistî ye.
Daxuyanî wiha ye:
“Di dîroka gelan de gelek qonaxên ku dibin sembolên pîroz hene û di wan de dîrok bi îradeya gelan tê nivîsandin. Newroz "roja nû" bi çirûska xwe tarîtiyê ronî dike. Di vê rojê de Kurdên Medî û hemû gelên Mezopotamyayê azadî û aştî bi dest xist û ji zilmê hatin rizgarkirin. Va ye em îro jî bi heman ruhê kurdî ku hemû gelên Medyayê bi hemû pêkhate û gelên Mezopotamyayê, bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di Newroza 2021’an de bûne yek. Da ku em ji tevahî cîhanê re bêjin ku felsefeya neteweya demokratîk û çûna me ber bi azadiyê ve biratiya gelan ava kir.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava îspat kir ku ew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û bi hev re bijîn heta ku bigihêjin Sûriyeke nû ya demokratîk û nenavendî da ku bibe mînaka Rêveberiya Xweser û da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe kakilê demokrasiya Sûriyê.
3 sal di ser dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve derbas dibin, her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî dagirkerî dewam dike. Lê agirê Newrozê dê zilm û dagirkeriyê têk bibe.
Em PYD gelê Kurdistanê, gelên herêmê, malbatên şehîdan û tevahî mirovahiyê bi hatina Newrozê pîroz dikin. Em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe û bi rêya agirê Newrozê ber bi serkeftin û rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve biçin.”