Çalakiya konvedanê ya li Kobanê di roja 4’an de ye

Gelê Kobanê ji bo zelalkirina rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 4’an de didome.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye, teqez em ê bi ser bikevin” li Qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê, çalakiya konvedanê li dar xist.

Îro bi dehan endamên meclisa navçe û Şaredariya Sirînê û bi dehan şêniyan nobet girtin.

Îro li cihê çalakiyê, endamê Meclisa Navçeya Sirîn Hecî Mihemed axivî û diyar kir ku ew li wir li dijî dewleta Tirk a dagirker kom bûne û got: “Em berxwedana hêzên xwe yên leşkerî silav dikin, em teqez dikin ku dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.”

Wê çalakiya konvedanê dê sibê (21`ê Adarê) raweste û di 22`yê Adarê de ji nû ve dest pê bike. Ciwan bi israr in ku heta girtina agahiyan li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe dewam bikin.